Rêjeya şîdeta li ser jinê ya li Başûr hat aşkera kirin

  • 12:43 22 Mijdar 2017
  • Çeteleya Tundîyê
 
Navenda Têkoşînê ya bi Tundiya li Ser Jinê re  diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê di nava salekê de 7 hezar û 645 jin bi şîdetê re rûbirû hatine hiştin û bajarê ku herî zêde şîdet lê hatiye kirin jî Hewlêr nîşan da.
 
Navenda Têkoşînê ya bi Tundiya li Ser Jinê re daneyên şîdeta li er jinê yên vê salê ku li bajarên başûrê Kurdistanê yên xwe kî Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Germiyan, Raperîn û li Soranê aşkera kir. Heman saziyê diyar kir ku şîdeta li ser jinên di mehên tîrmeh û tebaxê de ji sedî 42.5 zêde bûye û ev rêje herî zêde jî li Hewlêrê di asta jor de ye.
 
Li gorî nûçeya ku di Roj Newsê de hat weşandin hat diyarkirin ku ji ber daneyên meha cotmeh û mijdarê nehatine amadekirin wan daneyê 9 mehên salê tenê parvekirin. Her wiha hat diyarkirin ku ji  ber li Helepçeyê Navenda Têkoşînê ya bI Tundiya li ser Jinê re tune ye wan daneyên vê navçeyê ji li gorî yên Silêmanî aşkera kirine.
 
Daneyên ku ji aliyê navendê ve hatin parvekirin wiha ne
 
*Li gorî bîlançoya Rêveberiya Giştî ya Navenda Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinê weşandiye di meha Çile ya îsal de 683 bûyerên şîdetê li Başûrê Kurdistanê hatine qeydkirin ku li gorî salên berê rêjeya herî bilind e. Her wiha piştî gilîkirinê, şewitîn û xweşewitandin di rêjeya duyemîn de cih digire.
 
*Li gorî vê hejmarê jî rêjeya şîdetê ya li Hewlêrê ji sedî 34, Duhok ji sedî 21, Silêmanî ji sedî 24, Germiyan ji sedî 10, Raperîn ji sedî 6, Soran ji sedî 3 ye. Rêjeya herî bilind a destavêtinê jî li Duhokê, rêjeya herî bilind a şewitandin û xweşewitandinê jî li Hewlêrê hatiye tomarkirin.
 
*Di meha sibatê ya salê de jî li gorî giliyên ku hatine qeydkirin 717 bûyeran rû dane. Di vê hejmarê de li gorî salên berê hêjmara herî zêde ya şewitîn, xweşewitandin û destavêtinê ye. Ev rêjeya şîdeta li dijî jinê ya sibatê li gorî bajaran wiha ye, Hewlêr ji sedî 32.9, Duhok ji sedî 25, Silêmanî ji sedî 22 , Germiyan ji sedî 8, Raperîn ji sedî 6, Soran ji sedî 4’ e.
 
*Di meha adarê de 651 bûyerên şîdetê hatine qeydkirin. Ji derveyî giliyan, piranî şewitîn, xweşewitandin û bûyerên destavêtinê pêk hatine. Li gorî vê rêjeyê jî Hewlêr ji sedî 34, Duhok ji sedî 28, Silêmanî ji sedî 20, Germiyan ji sedî 8, Raperîn ji sedî 5, Soran ji sedî 3 ye. Bûyerên destavêtinê ya di vê mehê de herî zêde li Duhokê û şewitîn û xweşewitandinê jî li Hewlêrê hatine qeydkiirn.
 
Rêjeya şîdeta li dijî jinê di meha Nîsanê de jî weke 740  hatiye qeydkirin. Li gorî vê rêjeyê jî li Hewlêrê ji sedî 38, li Duhokê ji sedî 22, li Silêmaniyê ji sedî 21, li Germiyanê ji sedî 6, li Raperîn ji sedî 6 û li Soran jî ji sedî 4 bûyer hatine qeydkirin.  Ji derveyî gilîkirinan bûyerên herî zêde rû dane şewitîn, xweşewitandin li Hewlêr û Duhokê rû dane, bûyerên destavêtinê jî herî zêde li Silêmanî û Raperînê rû dane. 
 
*Her wiha di meha Gulanê de jî rêjeya şîdetê ya hatiye qeydkirin derketiye 998 û ji derveyî giliyên ku hatine kirin, bûyerên herî zêde rû dane şewitîn û xweşewitandin e. Di vê mehê de careke din rêjeya herî bilind li Hewlêrê hatiye tomarkirin. Li gorî vê hejmarê jî ji sedî 30 Hewlêr, ji sedî 25 Duhok, ji sedî 24 Silêmanî, ji sedî 9 Germiyan, ji sedî 6 Raperîn, ji sedî 3 Soran bûye.
 
*Rêjeya bûyerên şîdeta li dijî jinê di meha Hezîranê de jî daketine 644'an. Ji derveyî giliyan, piraniya bûyerên ku rû dane kuştin, xwekuştin, şewitîn û xwe şewitandin e û piraniya wan jî li Silêmaniyê hatine tomarkirin. Li gorî vê rêjeyê tevî giliyan rêjeya bûyerên şîdetê yên rû dane ji sedî 38 Hewlêr, ji sedî  25 Duhok, ji sedî  19  Silêmanî, ji sedî 8 li Germiyan, ji sedî 7 Raperîn û ji sedî 3 jî li Soran bûye.
 
*Di meha Tîrmehê de rêjeya şîdetê ya li dijî jinê du qatê mehên berê bûye û gihiştiye hezar û 112’an  ku piştî giliyan, bûyerên herî zêde rû dane şewitîn, xweşewitandin û di van bûyeran de jî dîsa Hewlêr di rêjeya yekemîn de ye. Her wiha bûyerên destavêtinê jî piştî vê tê ku ev jî herî zêde li Silêmanî rû dane. Di vê mehê de rêjeya şîdetê ji sedî 37 Hewlêr, ji sedî 27 Duhok, ji sedî 19 Silêmanî, ji sedî 8 Germiyan, ji sedî 4 Raperîn û ji sedî 2 jî li Soran hatine tomarkirin.
 
*Di meha Tebaxê de jî rêjeya şîdetê bilind bûye û gihîştiye hezar û 117 bûyeran. Tevî giliyên ku hatine kirin ku her timî di rêzbendiya yekemîn de ye, di vê mehê de herî zêde buuyerên xwe şewitandin û destavêtinê rû dane û piraniya wan jî dîsa li Hewlêrê qewimîne. Di vê mehê de jî rêjeya şîdetê li Hewlêrê ji sedî 30, li Dihokê ji sedî 22, li Silêmanî ji sedî 26, li Germiyan ji sedî 8, li Raperîn ji sedî 7 û li Soran jî ji sedî 3 bûyer hatine tomarkirin.
 
*Di meha îlonê rêjeya şîdetê kêmtir bûye û daketiye 783. Di vê hêjmarê de tevî giliyên ku hatine kirin rêjeya herî zêde ya şewitîn û xwe şewitandinê rû dane. Di rêza yekemîn de dîsa Hewlêr tê. Li gorî vê rêjeya hatiye eşkerekirin, Hewlêr ji sedî 30, Dihok ji sedî 28, Silêmanî ji sedî 22, Germiyanê ji sedî 11, raperîn ji sedî 4 û li Soran jî ji sedî 2 bûyer in. 
 
Li gorî van daneyan şîdet vê salê herî zêde di meha Tîrmeh û Tebaxê de pêk hatiye  û li gorî van daneyan şîdeta li ser jinan li gorî sala 2016'an di sala 2017'an de zêde bûye.