Di meha nîsanê de 23 jin hatin qetilkirin

  • 09:16 6 Gulan 2023
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyên ajansa me ya meha nîsanê 23 jin û 4 zarok hatin qetilkirin. Mirina 17 jin û 4 zarokan jî bi guman e. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê şîdeta li hemberî jinê û qetilkirina jinan her roja ku derbas dibe zêdetir dibe. Bûyerên ku di çapemeniyê de cih digirin û daneyên fermî yên ku tên aşkerakirin rastiyê nabêjin, ji ber ku hêjmar bêtir zêde ye. Di erdheja  6'ê sibatê de pêk hatî de jî gelek bûyer weşartî man û derneketin holê. Rexistinên jinan jî da zanîn ku şîdeta li hemberî jinê û qetilkirina jinê ji ber helwest û gotinên îktîdarê zêde dibin. Ligel gotin û helwestê bêcezahiştin û kêmkirina cezayan jî rê li ber kuştina jinan vedike. 
 
Ji aliyek piştevaniya jinan mezin dibe û ji aliyek jî jin dibin hedefa mêr û îktîdarê. Bi taybetî di meha adarê de li herêma erdhejê şîdeta li hemberî jinê zêdetir bû. Ji ber kêmasiyên mekanîzmayan jin nikarin dengê xwe bilind bikin. Her wiha ji bo zarokan jî heman tişt derbasdar e û ji ber kêmasiyên xebata zarok bê parastin dimînin. 
 
Li gorî daneyên ajansa me JINNEWS'ê di meha nîsanê de 23 jin û 4 zarok hatin qetilkirin. Mirina 17 jin û 4 zarokan jî bi guman e. 
 
6 jin ji hêla mêrê ku pêre zewicandî ve, 5 jin ji hêla naskiriyê xwe ve, 3 jinên ku ji hevjînê xwe veqetiyayî ve, 3 jinên ku hêj doza veqetiyayî berdewam dikir ve, jinek ji hêla xizmên xwe ve, jinek ji hêla hevjînê keça xwe ve, jinek ji hêla hevjînê xwişka xwe ve, 3 jin ji hêla zarokên xwe ve û jinek jî nayê zanîn ku ji hêla kî ve hatiye kuştin. 
 
Li Îzmîrê 3, li Muglayê 2, li Edeneyê 2 û li Rihayê, Trabzon, Kayserî, Êlih, Manîsa, Karaman, Tokat, Zonguldak, Agiriyê, Uşakê, Erziromê, Dîlokê, Konyayê û Amedê jinek hat qetilkirin.