KCDP: Di meha îlonê de 26 jin hatin qetilkirin

  • 17:00 2 Cotmeh 2021
  • Çeteleya Tundîyê
 
ENQERE - Li gorî rapora Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin a meha îlonê 26 jin hatin qetilkirin û 19 jinan jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya derbarê rêjeya qetilkirina jinan a meha îlonê de aşkera kir. Li gorî raporê di meha îlonê de 26 jin hatine qetilkirin û 19 jinan jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Di raporê de hat diyar kirin heta ku kujer neyên tespîtkirin, sedem neyên diyar kirin û kujer neyên cezakirin dê kuştina jinan bidome. Di raporê de wiha hat gotin: "Ji 26 jinan 14 jin ji hêla mêrê ku pêre zewicandî ve hat kuştin, 6 jin ji hêla mêrê ku pêrê dijî ve hat kuştin, 2 jin ji hêla bavê xwe ve û 2 jin ji hêla kurê xwe ve û jinek jî ji hêla mêrê ku berê pêre zewicandî ve hat kuştin. 18 jin li malê, 2 jin li eraziyê, jinek li kolanê, jinek di nav maşîneyê de û jinek jî li otelê hat kuştin. Cihê 3 jinên ku hatî kuştin jî ne diyar e."