Çeteleya tundiyê: Di 6 mehan de 144 jin hatin qetilkirin

  • 11:02 4 Tîrmeh 2021
  • Çeteleya Tundîyê
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Li  gorî daneyên me yên tundiya mêr a meha Hezîranê 26 jin hatine qetilkirin û 17 jinan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane.  Herwiha di 6 mehên ewil ên salê de jî herî kêm 144 jin hatine qetilkirin. 
 
Li gel tundiya mêr ku li Tirkiyeyê her diçe zêde dibe, Peymana Stenbolê jî bi biryara serkomariyê hat fesihkirin û bi giştî ji holê hat rakirin. Tirkiyeya ku welatê yekem ê peymana îmze kir, di heman demê de bû welatê yekem ê ji peymanê vekişiya.  Îqtîdara ku bi salan peyman pêk ne anî, rê li ber tundiya li jinê tê kirin jî negirt û dijberî wê bi polîtîkayên bêcezahiştinê bû piştevanê tundiya tê kirin. 
 
Zimanê cudaxwaz jin kirin hedef
 
 Em van pêkanînan li vir bihêlin, îqîdar bi gotinên cudaxwaz û nijadperwst ku dike jinan dike hedefa êrîşan. Ji ber van polîtîkayên nijadperest ku tên pêşxisitn Onur Gencer ê faşîst di 17'ê Hezîranê de êrîşî ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê kir û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Bi qetilkirina Denîzê re hêrsa jinan zêdetir bû. Gotinên serkêşê MHP'ê Devlet Bahçelî ku qetilkirina Denîzê meşrû nîşan dan jî careke din li ber çavan raxist ku jin li tu derê ne di ewlehiyê de ne û nîşan dan ku qirkirina jinan ji bar polîtîkayên îqtîdarê roj bi roj zêde dibe. 
 
Di meha Hezîranê de 26 jin hatin qetilkriin
 
Li gorî Rapora  Platforma em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) a Meha Hezîranê hatibû aşkerekirin ku di Hezîranê de 18 jin hatine qetilkirin û 20 jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî daenyên ajansa me Jinnewsê ku me ji daneyên di çapemeniyê de kom kirin jî di meha Hezîranê de herî kêm 26 jin hatine qetilkirin, 17 jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên ku me kom kirinee kujerên 2 jinan nehatin aşkerekirin û 25 jin jî ji aliyê mêrên nêzîxwe ve hatine qetilkriin. Dîsa 10 jin û zarok jî bi kuştinê re rûbirû mane .Di meha hezîranê de 4 zarok hatine qetilkirin, 6 zarokan bi awyê bi gûman jiyana xwe ji dest dane. Herwiha li gorî daneyan li 11 zarokan jî êrîşa zayendî hatiye kirin. 
 
7 jin ji aliyê mêrên nêzî xw ve hatin qetilkirin
 
Di meha Hezîranê de herî zêde li Stenbolê jin hatin qetilkirin. 7 jin ji aliyê mêrên bi wan re hatine zewicandin, 3 ji aliyê hevalên xwe yên mêr ve, 2  ji ber ku xwestine zewaca xwe bi dawî bikin ji aliyê kesên bi wan re zewicîne, 2 ji aliyê mêrên nasnekirine, 1 ji ber dest ji mêrê pê re berî bi 15 salan berdaye û 2 jin jî ji alyê mêrên cîranên xwe  ve hatine qetilkriin. 
 
Di 6 mehên ewlil ên salê de 144 jin hatin qetilkirin
 
Li gorî danyên ku me her mehê kom kirin di 6 mehên ewlil ên sala 2921'ê de 144 jin hatine qetilkirin, dîsa di heman 6 mehan de 96 jinan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane.
 
Piştî fesihkirina peymanê û şûnde 81 jin hatine qetilkirin
 
Ji 20 Adarê ku serkomar Recep Tayîp Erdogan peyman fesih kir û heta dawiya Hezîranê herî kêm 81 jin hatine qetilkirin. Di vê dema ku em bas dikin de 77 jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane.