Rapora KCDP'ê ya Hezîranê: 18 jin hatin qetilkirin

  • 16:43 2 Tîrmeh 2021
  • Çeteleya Tundîyê
ENQERE - Li gorî rapora Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin a Hezîranê 18 jin hatin qetilkirin, 20 jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane.
 
Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya derbarê rêjeya qetilkirina jinan a meha Hezîranê de aşkera kir. Li gorî raporê di meha Hezîranê de 18 jin hatine qetilkirin û 20 jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî raporê ji 18 jinên ku hatin qetilkirin 10'ên wan ji aliyê mêrê bi wan re zewicandî ve hatine kuştin, 2 jê ji aliyê xizmên xwe ve, 2'yên din ji aliyê nasên xwe ve, yek jê ji aliyê bavê xwe, yek ji aliyê mêrê bi hev re diman, yek ji aliyê mêrê berê bi hev re bûn û yek jî ji aliyê mêrê ku xwe jê berdabû ve hatiye qetilkirin.