KCDP: Di meha nîsanê de 16 jin hatin kuştin

  • 08:45 4 Gulan 2021
  • Çeteleya Tundîyê
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Em ê Cinayetên Jinan Bidin Rawestandin, rapora xwe a meha nîsanê aşkera kir. Li gorî raporê di meha nîsanê de 16 jin hatin kuştin û her wina mirina 14 jinan jî bi guman e. 
 
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Bidin Rawestandin (KCDP), rapora xwe ya meha nîsanê aşkera kir, li gorî raporê di meha nîsanê de 16 jin hatin kuştin. Her wiha mirina 14 jinan jî bi guman e. 
 
Di raporê de wiha hat gotin: "Sedema kuştina 11 jinan nayê zanîn. 5 jin ji ber ku daxwaza wê ya weqedandinê hebû, zewacê red dikir û nedixwest têkilî dayne hat kuştin. 8 jin ji hêla mêrê ku pê re zewicandî ve hatin kuştin. Jinek ji hêla naskiriyê xwe ve, jinek ji hêla xizmên xwe ve, jinek ji hêla bavê xwe ve, jinek ji hêla mêre ku pê re dijî re û jinek jî ji hêla birayê xwe ve hat kuştin. Kujêrên 2 jinan jî nayê zanîn. 7 jin li malê, 2 jin li kolanê, jinek li eraziyê, jinek li cihê kar hatin kuştin. Her wiha nehat zanîn ku jinên din li ku hatine kuştin. 
 
Ji ber ku kuştina jinan nayê dîtin hejmar zêdetir dibe. Heta ku darizandineke edilane pêk neyê, kujer cezayên giran negirin dê kuştina jinan bidome."