KCDP: Di sala 2020'an de 300 jin hatin kuştin

  • 15:28 2 Çile 2021
  • Çeteleya Tundîyê
STENBOL - Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, rapora xwe ya sala 2020'an aşkera kir. Li gorî raporê 300 jin hatine kuştin û mirina 171 jinan jî bi guman e. 
 
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya sala 2020'an aşkera kir. Li gorî rapora ku hat aşkerakirin di sala 2020'an de 300 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin û mirina 171 jinan jî bi guman e. Her wiha sedema kuştina 182 jinan jî nayê zanîn. 22 jin ji ber sedemên aboriyê, 96 jin ji ber daxwaza doza hevberdanê û an jî tercihên xwe hatin kuştin.  
 
Di raporê de ev dane hatin parvekirin; 
 
"Di sala 2020'an de herî zêde li Stenbolê jin hatin kuştin. 42 jin li Stenbolê, 25 jin li Îzmîrê, 15 jin jî li Enqereyê hatin kuştin. Ji 300 jinan 97 jin ji hêla mêrê ku pê re zewicinê ve hatin kuştin, 54 jin ji hêla mêrê ku pêre dijîn ve hatin kuştin. 38 jin ji hêla mêrê ku nasdikin ve hatin kuştin. 21 jin ji hêla mêrê ku berê pê re zewicibû ve hatin kuştin. 18 jin ji hêla kurê xwe ve, 17 jin ji hêla bavê xwe ve, 16 jin ji hêla xizmên xwe ve, 8 jin ji hêla mêrê ku berê pê re dijî ve, 5 jin ji hêla birayê xwe ve û 3 jin jî ji hêla biyanî ve hatin kuştin. Nayê zanîn ku 23 jin ji hêla kî ve hatine kuştin. 
 
181 jin li malê, 48 jin li kolanê, 15 jin li cihê kar, 14 jin li eraziyê, 11 jin di nava erebê de, 5 jin li otelê, 4 jin li cihê tenha de, jinek di depoya daran de, jinek li kuaforê hatin kuştin. Cihê kuştina 20 jinan jî nayê zanîn. Li gorî raparê ji sedî 60 jin li malê hatine kuştin. 
 
170 jin bi çekê, 83 jin bi amûrê birînê, 26 jin bi xeniqandinê, 10 bi şîdeta fîzîkî, 2 jin bi şewitandinê û jinek bi madyeyên kîmyevî hatin kuştin. Her wiha jinek jî ji cihekî bilind hatiye avêtin. 
 
Her wiha di rapora salane de rapora meha kanûnê jî hat aşkerakirin. Li gorî raporê di meha kanûnê de 32 jin ji hêla meran ve hatiye kuştin. Mirina 9 jinan jî bi guman e. 
 
Ji bo agahiyên berfireh hûn dikarin wê navnîşanî binêrin;