KCDP: Di meha cotmehê de 29 jin hatin qetilkirin

  • 14:33 3 Mijdar 2020
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor rapora cotmehê ya KCDP'ê mêran 21 jin qetil kirin. 8 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên jinan ên di maha Cotmehê de rû dan, ji raya giştî re aşkere kir. 
 
KCDP’ê, aşkere kir ku di nava mehekê de 21 jin hatin qetilkirin û 8 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de, hat diyarkirin ku, ji 21 jinên hatin qetilkirin, mirina 12 ji wan nehat tespît kirin, 9 jin ji ber ku xwestin hevjînê xwe berdin, hatin kuştin û yên din jî ji ber ku daxwaza zewacê û têkiliyê ya zilaman red kirin, hatin qetilkirin. 
 
Di dewama raporê de wiha hat gotin: “Sedama kuştina 12 jinan nehat tespîtkirin. Hewldanên veşartina tundî û cînayetên jinan, dibe sedem ku kuştinên jinan zêdetir bibin. Heta ku neyê zanîn jin ji aliyê kî ve û bi kîjan hincetan tên kuştin, wê tundî û kuştinên jinan zêdetir bibin. Heta ku gumanbar, bersûc û qatil bi awayekî adîlane neyên darizandin û cezakirin, wê ev rewş dewam bike. Heta ku bergirî neyin girtin, asta tundiyê wê zêde bibe û her dewam bike.”