KCDP: Di meha Îlonê de 36 hatin qetilkirin

  • 14:32 1 Cotmeh 2020
  • Çeteleya Tundîyê
STENBOL - KCDP’ê, ragihand ku di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin û ji bo rawestandina cînayetên jinan, 12 madeyên çareseriyê pêşniyar kir. 
 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) û Meclîsa Jinan, derbarê cînayetên jinan ên bi guman de, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê, civîna çapemeniyê lidar xist. Di civînê de wêneyên jinên jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîn daxuyanî da. 
 
Di meha Îlonê de 16  jin hatin qetilkirin
 
Fîdan, bal kişand ser cinayêtên jinan û wiha got: “Di encama newekheviya zayendî ya civakî de, di meha Îlonê de 16  jin hatin qetilkirin û 20 jin bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ev jin ji aliyê xizmên xwe ve, di malên xwe de hatin kuştin. Ji ber ku van jinan xwestin derbarê jiyana xwe de biryar bidin hatin kuştin.”
 
Ji bo Peymana Stenbolê bê bicihanîn, bi salane em têdikoşin
 
Fîdan, diyar kir ku rawestandina kuştinên jinan û bidawîanîna tundiya li dij jinê mijarên bi hev ve girêdayî ne û wiha bi lêv kir: “Ya ku vê bi cih bîne Peymana Stenbolê ye. Ji bo Peymana Stenbolê bê bicihanîn, bi salane em têdikoşin. Gavên hatin avêtin û qanûnên hatin derxistin jî, di vê çarçoveyê de pêş ketin.”
 
Fîdan, da zanîn ku ji bo rawestana qetilkirinên jinan tenê 12 meh bes in û ji bo rawestandina cînayetên jinan, 12 madeyên çareseriyê pêşniyar kir
 
12 madeyên çareseriyê yên hatin pêşniyarkirin wiha ne: 
 
“* Divê 6284 bê çalakkirin,
 
* Divê navendên pêşîlêgirtina tundiyê û stargeh bên zêdekirin. 
 
* Lazim e ku pêvajoya hevberdanê bê rehetkirin û ger tundî hebe, lihevkirin neyê pêşniyarkirin.
 
* Pêwîst e ku di jiyana kar a jinan de, tevlîbûnek wekhev û bi ewle bê pêşxistin. 
 
* Divê di sûcên li dijî jinan de, ne cezakirin bi dawî bibe û edalet bê bicihanîn. 
 
* Divê lêpirsîna di pêvajoya qetilkirina jinên biguman de, bi awayek paqij bê kirin û rastî derbikeve holê.  
 
* Divê biçekirina takekesî bê qedexekirin. 
 
* Lazim e ku  ji bo jinan xeta alîkariya lezgîn bê avakirin. 
 
* Pêwîst e wekheviya zayendî ya civakî di mufredata perwerdeyê de bê bicihkirin. 
 
* Divê cudatî ji holê bê rakirin. 
 
* Lazim e ji bo jinan wezareteke cuda bê avakirin. 
 
* Divê di navbera saziyan de, koordînasyonek bê avakirin.”