Çeteleya meha tîrmehê: 35 jin û 4 zarok hatin kuştin

  • 11:03 3 Tebax 2020
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN -Di van rojên ku nîqaşa vekişandina ji Peymana Stenbolê tê kirin de kuştina jinan dewam kir. Di meha tîrmehê de 35 jin hatin kuştin û 8 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di tîrmehê de 20 jin bi tundî û destdirêjiyê rû bi rû hatin hiştin û 4 zarok jî hatin kuştin. 
 
Di encama tundiya mêr û bêcezabûnê de û her wiha ji ber Vîrusa Koronayê (Covid-19) jî jin û zarok bi tundiyê rû bi rû hatin hiştin û hatin kuştin. Nîqaşên vekişandina ji Peymana Stenbolê mêr wêrektir kir. Jin li dijî polîtîkayên bêcahiştinê û nîqaşa vekişandina ji Peymana Stenbolê têkoşîna xwe didomînin. 
 
Kuştina jinan her ku diçe zêde dibe. Li Navçeya Ula ya Muglayê mêrê bi navê Metin Cemal, Pinar Gultekin qetil kir û li ser vê yekê jin daketin qadan. Lê belê jinên li dijî tundiya mêr dengê xwe bilind kirin vê carê bi tundiya polîsan rû bi rû man.  
 
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Bidin Rawestandin (KCDP) anî ziman ku di meha tîrmehê de 36 jin hatine qetilkirin û 11 jinî jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li gor daneyên Ajansa me JINNEWS'ê di meha tîrmehê de 35 jin hatin qetilkirin û 8 jinî jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di meha tîrmehê de 20 jin bi êrişa zayendî rû bi rû hatin hiştin. Di encama tundiya mêr de 4 zarok hatin qetilkirin û 5 zarokî jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 5 zarok jî bi êrîşa zayendî û tundiyê rû bi rû hatin hiştin.