Çeteleya meha sibatê: 34 jin ji hêla mêran ve hat kuştin

  • 10:31 4 Adar 2020
  • Çeteleya Tundîyê
ENQERE - Li gorî daneyên ajansa me, di meha sibatê de 34 jin hatin kuştin. Wekî her car dadgerî cezayên êrîşkar û kujeran kêm kir û feraseta xwe ya parastina mêran domand. 
 
Kuştin û êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan her ku diçe li Tirkiyeyê zêdetir dibe. Polîtîkayên ku tên afirandin û ceza negirtina sûcdaran hejmara kuştin û êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan zêde dike. Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha sibatê aşkere kiri bû li gorî raparê 22 jin di nav meha sibatê de hatine qetilkirin. 
 
Li gorî nûçeyên me ya derbarê kuştin û êrîşên zayendî de me daneyek derxist. Li gorî daneyen me di meha sibatê de 34 jin hatin kuştin. 20 jin ji hêla naskiriyên xwe ve hatine kuştin, mirina 14 jinan jî bi guman e. Her wiha hat xwestin ku 2 jin bên kuştin. Her wiha gelek jin jî bi êrîşa zayendî re rû bi rû maye. Di meha sibatê de 2 zorak hatin kuştin û gelek zarok jî bi êrîşa zayendî re rûbirû maye. Wekî her tim dîsa dadgerî mêr parast û cezayê kêm da kujeran.