‘Di meha îlonê de dîsa kuştin û dîsa ne cezakirin’

  • 09:15 5 Cotmeh 2019
  • Çeteleya Tundîyê

ENQERE -  Di meha îronê de bûyerênşîdet û qetilkirinê ya li hember jin û zarokan zêde bû. Mêran di meha îlonê de 39 jin qetil kir û bi şîdetê jî hewl dan 29 jinan qetil bikin.

Li Tirkiyeyêkuştinên jinan meh bi meh zêde dibe. Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) diyar kir ku di meha îlonê de 53 jin hatine qetilkirin. Di meha borî de polîtîkayên desthilatdarî û bêcezahiştinadarazê bi û gotinên ku şîdetê xwedî dikin, êrîşên li hemberê jinan zêde kir.

Der barê vê de me daneyên meha îlonê kom kirin. Li gorîdaneyên meha îlonê yên me wek JINNEWS’êberhevkiriye, di meha îlonê de herî zêde3 9 jin ji aliyêmêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin, 29 jin jî rastî şîdet, tacîz û tecawizê hatine.

Dîsa hejmara zarokên ku rastî îstîsmarazayendî hatine nehat tespîtkirin lê li gorîtespîtên me 12 zarok rastî îstîsmarê hatine. 5 zarok jî ji aliyêxizmên xwe yên herî nêz ve rastî şîdetê hatin. Darazê di meha îlonê de dest ji daxistina rewşa baş berneda û ji bo çar gumanbarî ji rewşa baş ceza daxist.

Di meha îlonê de 39 jin hatin qetilkirin û kujerên 24 kesîdiyarin lê yên 15 kesî jî nehat tespîtkirin ku ji aliyêkê ve hatiye kirin.