Di meha tebaxê de 33 jin jiyana xwe ji dest da

  • 10:14 3 Îlon 2019
  • Çeteleya Tundîyê
ENQERE - Li Tirkiyeyê her ku diçe şîdet, tecawîz û kuştina jin û zarokan zêdetir dibe. Li gorî daneyên ajansa me di meha tebaxê de 29 jin hat kuştin,  û 17 jin bi tecawizê re rûbirû mane. 
 
Hejmara bûyerên şîdet, taciz, tecawiz û kuştina jin û zarokan li Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyên ku me derxistî di meha tebaxê de jî rewş ne guheriye û kuştin û şîdet dom kiriye. Li gorî daneyên me di meha tebaxê de 25 jin ji hêla xizmên xwe ve hatine kuştin, 4 mirina jinê jî bi guman e, 17 jin ji hêla naskirî û xizmên xwe re bi şîdet û tecawizê re rûbirû mane. Her wiha li gorî daneyan 13 zarok ji ji hêla cîran û naskiriyên xwe ve bi îstîsmara zayendî re rûbirû mane. Her wiha 8 zarok jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Wekî her car dadgeh dîsa bû alîgîrê kujer, tecawizkar û sûcdaran. Dadgeh merek bi şerta kontrola edlî serbest berda û ji bo merêk jî biryara kêmkirina cezayê da.