Rapora KCDP'ê ya meha Nîsanê: 36 jin hatin qetilkirin

  • 14:57 6 Gulan 2019
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora KCDP'ê ya Meha Nîsanê ya tundiya li ser Jin û zarokan vê mehê herî kêm  36 jin hatin qetilkirin û êrîşan berdewam kir.
 
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora tundiya li ser jin û zarokan a meha nîsanê aşera kir. Li gorî raporê, di Nîsana 2019'an de 36 jin hatine qetilkirin, êrîşa zayendî ya li dijî zarokêan jî berdewam kiriye. 
 
Di qirkirina jinan a ku hatiye kirin de 8 jê bi awayê bi gûman hatine kirin, kuştina 5 jinan nehatiye tespîtkirin, jinek bi hinceta aboriyê û 22 jin jî ji ber ku xwestine derbarê jiyana xwe biryarê bidin hatine kuştin. Di raporê de derbarê qirkirina jinan de ev tişt hat gotin: "Heta ku neyê tespîtkirin jin ji aliyê kê  ve ji ber kîjan sedemê tên kuştin; darizandineke adîl neyê kirin, gumanber û kujer  cezayê wan ji vê pêkanînê dûr bixe neyê dayîn, wê ev tundî berdewam bike."
 
Herî zêde jin li Stenbolê hatin kuştin
 
Li gorî bajaran rêjeya kuştina jinan wih ye:
 
"Li Stenboê 4, Îzmîrê 4, Edeneyê 3, Afyonkarahîsar 3, Riha 3, Gurgum 2, Bursa 2, Manîsa 2, Mêrsîn 1, Nîgde 1, Zonguldak 1, Erzirom 1, Malatya 1, Tekîrdag 1, Kocaelî 1, Mugla 1, Konya 1, Sakarya1, Êlih 1, Dêrsim 1, Osmaniye 1 ." 
 
Jinên hatin qetilkirin navê wan wiha ye:
 
"Hamîde Gezer, Asli Yildiz Guçlu, Emîne Yildiz, Najia Arabzaî, Eda Kaymakli, Nur Muhammet Berzo, Ayla O., Reyhan Irketî, Ozge Y., Hayat Meşaîl, Sabah Meşaîlî, Mukadder Nogay, Dudu Çeştepe, Gozde Çulhaogu, Aysel Şahîn, Rabîa Bayram, Fatma Bayram, Hatîce şahîn, Arzu S., Ş.A., Dîlan Tutucu, Gulsum Taş, Sultan Çinkir, Sîbel Akçali, Cemîle Aydin, Hulya Haney, Aycan Bozbay, Ayşe Î., Hatîce U., Gamze Unlu, Dîlek O., Gokselîn Turkel, Îlkay Sivasli, Esra K., Naciye Saygin û jineke ku navê wê hîna nehatiye tespîtkirin."
 
'6284 etkin uygulandığı takdirde kadınları koruyor'
 
Di raporê de hat diyarkirin ku ew bajarên li wan kuştin nehatiye kirin jî dixwazin û derbarê qanûna hejmar 6284'an û encamên wê de jî ev agahî hatin dayîn: "Li gel ku derbarê wan de nayê zanîn derbarê 29 jinên hatine qetilkirin de biyraya parastinê heye an na ji bo 7 jinan jî tu biryara dûrxitinê yan jî parastinê tune ye. Lê dema ku li gorî qanûna hejmar 6284 ku bi têkoşîna jinan hat bidestxistin û gelek mafên parastina ji bo jinan pê hatine misogerkirin pêk bê  wê jin bên parastin."
 
Jin li qadan e
 
Jinan diyar kir ku ew vê mehê ji bo Rabîa Naz li qadan bûn, di 1'ê Gulanê de jî bi dirûşma, "Em ê mafê xwe yê wekheviyê bi dest bixin, tundiyê bi dawî bikin" li qadan bûne.