Jiyanên bi kartonan...

  • 09:03 5 Tîrmeh 2023
  • Zarok
 
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Li Tirkiyeyê 2 mîlyon zarokên karker hene. Zarokên bi navê E.D û C.K yên 10 û 12 salî li kolanan kartonan kom dikin li konteynirên çopê yek bi yek digerin. Zarokên ku riya dibistanê jibîrkirine yakane xeyala wan jiyanek mirovane û karekî paqij e.
 
Li Tirkiye û Kurdistanê li her kolana Stenbolê zarokên dixebitin tên dîtin. Di karên cuda de dixebitin û hewl didin jiyana xwe bidomînin. Bedena wan biçûk be jî karê wan gelek zehmet e. Yekane gotina wan ‘lîstika me komkirina kaxizan e.’ Li gorî daneyan di 2022’yan de rêjeya zarokên dixebitin ji sedî 18.7e. Her mehên havînê nêzî 5 mîlyon zarok tên xebitandin. Li her kolanê zarokên karker tên dîtin. Yên kaxizan kom dikin yên plastîkan kom dikin û yên di karên din de dixebitin.
 
Barê li ser zarokan
 
Zarokên navbera temenê 14-17’yî de ku neçar mane dest ji xebata xwe jî berdin, di karên cuda de dixebitin. Bi taybet zarokên malbatên koçber mexduriyetek mezin dijîn. Di alî debar û starbûnê de pirsgisrêkên mezin dijîn û ji ber vê jî di karên  bê ewle de dixebitin.
 
2 mîlyon zarok zarok tên xebitandin
 
Li gorî Peymana Pêşîgirtina Karkeriya Zarokan a Bi Teşeyên Herî Xerab’ a hejmar 182'yan zarokên di bin temenê 18’î de divê neyên xebitandin. Lê tevî vê zarok di şert û mercên herî giran de dixebitin. Li gorî rapora Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Kar (ÎSÎG) li Tirkiyeyê herî kêm 2 mîlyon zarok dixebitin. Ev hejmar jî roj bi roj zêde dibe.
 
Jiyanên ji kartonan
 
Zarok di qadên sanayî, çandinî, maden, û kolanan de dixebitin. Ev tenê çend mînakin. Zarokên seranserê rojê kolan bi kolan karton, hesin, plastîkan kom dikin roja wan tê 100 lîra.  Zarokên temenê wan navbera 10-14’an de ji bo 100 lîra seranserê rojê li kolanan digerin.
 
12 saliye 15 saetan dixebite
 
Zarokek ev du sal in li Stenbolê bi komkirina kaxizan piştgiriyê dide malbatê. Şev û roj dixebite. Malbata wî ji ber pirsgirêkên aboriyê ji Rihayê koçî Stenbolê dike. 11 kes di malbatê de dijîn û zarokê herî biçûk yê malbatê ye. Zarokê ku piştî pola 6’an dest ji dibistanê berdide û wiha dibêje: “Ez rojê 15 saetan dixebitim. Bi 100 û 150 lîra dixebim. Ez  kaxizan kom dikim. Ez hêza xwe jî ji hevalên xwe yên  ku pê re dixebitim digirim. Ez pir dixebitim. Gelek hevalên min jî vî karî dikin. Em sibehê zû radibin û dest pê dikin. Heta nîvê şevê didome. Ji ber vî karî dikim xemgînim. Gelek diwestim. Xeyala min ev e ku di karekî paqij de dixebitin. Dema min qet namîne. Hewa pir germ e. Ez pir diwestim.”
 
12 saetan dixebitin 
 
Zarokek din jî ji ber barê giran ê kar dest ji xeyalan jî berdaye û wiha vegot: “Ji ber xebatê min riya dibistanê jî jibîr kiriye. Seranserê rojê ser konteynirên çopê digerim. Ez biçim dibistanê ez û malbatê birçî dimînin. Ya ez ê bixebitim ya jî ez ê bixwînim. Em 6 xwişk û birane. Ez jî malbata min jî dixebitin. Lê debara me nabe. Ji ber vê min dest ji dibistanê berda. Ez gelek dixwestim. 12 saetan dixebitim. Xeyalên min tune ne. Min lîstik jî jibîr kirine. Yekane daxwaza min jiyanek mirovane û karekî paqij e.”