Li Helebê li ser bandorên teknolojiyê komxebat

  • 10:59 4 Gulan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Ofîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşeroj li ser teknolojiyê, komxebatek li dar xist û jinan di komxebatê de dan zanîn ku armanca wan ew e ku civak ji bandora teknolojiyê ya neyînî bidin rizgarkirin. Jinan gotin:" Ji ber îro ev tor û teknolojî bi awayekî neyîni bandorê li ser jin û ciwanan dike lê divê em bikevin wê ferqa ku ev teknolojî ne tenê neyîniya xwe hene, her wiha erêniya xwe jî derdixe pêş."
 
Derketina holê ya medyaya civakî bû sedema şoreşeke mezin a li cîhanê, ji ber ku ew pêvajoya ragihandinê di navbera mirov û civakan de hêsan kiriye. Têkiliya mirovan bi hev re bi van rêbazan bi awayekî cidî hatiye guhertin. Girêdayî vê mijarê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê li ser bandora teknolojiyê ya li ser civakê ji aliyê Ofîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşeroj komxebatek hat orgenîzkirin. Komxebat li jêrzemîna bi navê MSD a ku dikeve milê rojhilatê taxê hat lidarxistin, di komxebatê de endamên sazî û partiyên siyasî amede bûn. Li ser bandora teknolojiyê ya li ser jin, civak, malbat û ciwanan bi awayekî erênî û neyînî hat nîqaş kirin .Jinan di komxebatê de dan diyarkirin ku armanca wan a lidarxistina vê komxebatê e w e ku bandorên erênî û neyînî ya tora civakî bidin diyarkirin. 
 
Hevseroka Partiya Sûriya Pêşeroj Xalîde Ebdo û Endama Mala Êzîdiyên Helebê, Canê Misto li ser bandora tora civakî ya li ser jin û civakê bandorê dike axaftina xwe ji ajansa me re kirin.
 
Bandora teknolojiyê 
 
Hevseroka Partiya Sûriya Pêşeroj Xalîde Ebdo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bandora tora civakî û wiha pê de çû:"Me komxebatek xwe li ser zanîna bandora tora civakî, li ser jin civak û ciwanan li dar xist. Armanca me ew bû ku em bidin xuyakirin bi riya teknolojiya îro pêş ketiye çiqasî veguheriye şerekî taybet. Li ser gel û civakê çawa bandorê dike, lewma ji me tê xwestin ku em tora civakî bi awayekî baş û erênî bi kar bînin. Ji ber îro ev tor û teknolojî bi awayekî neyîni bandorê li ser jin û ciwanan dike lê divê em bikevin wê ferqa ku ev teknolojî ne tenê neyîniya xwe hene, her wiha erêniya xwe jî derdixe pêş."
 
'Teknolojî gelek pêwistiyên me pêk tîne'
 
Di heman demê de endama Mala Êzdiyên Helebê, Canê Misto da zanîn teknolojî bandoreke mezin li ser civakê û tevgera civakê dike û wiha pê çû:"Bandorên erênî û neyînî yên teknolojî û tora civakî li ser civakê hene. Em dikarin bêjin ku ji sedî 90 bandora xwe li ser civakê dike. Ji ber ku civakê gelekî xwe bi teknolojiyê ve daye girêdan, ji ber ku îro sed sala 21'ê bûye sedsala lezandin û teknolojiyê ya pêwistiyên me jî pêk tînin."
 
'Piranî kes bi awayekî neyîni bi kar tînin'
 
Canê bi lêv kir ku teknolojî wexta bi awayekî erênî bê bikaranîn ev gelekî baş e û wiha pê de çû:"Em çawa teknolojiyê bi kar tînin ? Em dikarin bi awayekî erênî yan neyînî bi kar bînin. Mînak li cîhanê tevde ciwanan pir xwe bi teknolojiyê ve dane girêdan û gelek bi awayekî neyîni bi kar tînin. Her wiha aliyên erênî ew e ku bi rêya teknolojiyê zûtirîn weşandina agahiyan derdikeve holê. Di heman demê de gelek bazirgan bi rêya teknolojiyê aboriya xwe baş dikin."