Rabîa Başak Koç: Şarederî ya gel e

  • 09:02 20 Nîsan 2024
  • Rojane
 
WAN - Hevşaredara Artemêtê Rabîa Başak Koç projeyên der barê Artemêtê de ji ajansa me re ve got.
 
DEM Partiyê di hilbijartinên 31’ê Adarê de navçeya Artemêtê bi rêjeya deng a mezin girt. Rabîa Başak Koç  û Cemîl Komî bûn hevşaredarên Artemêtê.  Hevşaredara Artemêtê Rabîa Başak Koç der barê projeyên ku bikin jiyanê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Em ê daxwazên jinan û gel bînin cih’
 
Rabîayê destnîşan kir ku rojên ewil bi serdanên cejnê û eleqeyek mezin a gel derbas kirine û got: “Me personelên nû tayîn kirin û komun ava kirin. Em ê yekîne û midûriyetên xwe ava bikin. Em ê projeyên xwe bikin jiyanê. Em ê projeyên hevşaredarên xwe yên  berê bikin jiyanê.  Em ê daxwazên gel û jinan bînin cih.”
 
‘Em ê jinan ji nav çar dîwaran derxin’
 
Rabîayê wiha dirêjî dayê: “Jin her tim hepsê malê tên kirin û neçarî xizmetê diikin. Divê jin di her qada jiyanê de cih bigirin. E mê navendên jiyana jinan ava bikin û jinan ji nav çar dîwaran derxînin. Em ê projeyên xwe bikin jiyanê. Em ê berhemên keda destê jinanveguhestin îstîhdamê. Wê jin berhemên xwe li navendên piştgirî û jiyanê ya jinan bikin. Wê ji bo zarokan kreş bên vekirin. Em ê ji bo jinan atolyeyan, semîran, qursan bidin destpêkirin. Wê ji van qursan sertîfîka bên dayîn. Wê dersên xwendin û nivîsandinê bên dayîn. Em ê bazara keda jinan ava bikin.”
 
Rabîayê her wiha ev nirxandin kir: “Em ê ji bo welatiyên astengdar projeyan bikin jiyanê. Gelek projeyên me ji bo wan hene. Mirovên me  ji me pir tiştî naxwazin. Dixwazin em ligel wan bin û baweriyê bidin wan. Ji bo wan qadek jiyanê ya hatiye avakirin tune ye. Em li riyan dinêrin ne li gorî wane. Em ê ji bo çareseriyê projeyên xwe bikin jiyanê.
 
‘Ciwan pêşeroja me ne’
 
Rabîayê balkişand ser rewşa ciwanan jî û wiha got: “bikaranîna hişbirê her diçe dadikeve temenê biçûk. Li taxan bazirganiya hişbirê tê kirin. Ji bo xilaskirina ciwanan em ê li navendên ciwanan bi piştgiriya psîkologan ciwanên xwe bidin qezenckirin. Wê qadên çand, huner û sporê ciwanan ji hişbirê dur bigire. Em ê girîngiyê bidin projeyên xwe yên ji bo ciwanan.”
 
‘Ev şaredarî şaredariya gel e’
 
Rabîayê wiha dawî lê anî: “Artemêt ji turîzmê re vekiriye. Yên ji derve tên Wanê ji Artemêtê dikevin wanê. Artemêt bi xweza û gola xwe tê zanîn. Lê gelek hatiye texrîbkirin û her der kirine beton. Gelek qadên aydê gel hatin firotin. Em ê teqez pêşî li vê bigirin û qadên aydê gel ji bo gel bikin jiyanê. Ji bo Artemêtê gelek projeyên me hene. Em cejnê de bi gelê xwe re bûn.Ev şaredarî şaredariya gel e. Çi ji destê me bê em ê bikin.”