Di mîtînga Bazîdê de peyama 'Muxatab Birêz Ocalan e'

  • 14:01 28 Adar 2024
  • Ramyarî
AGIRÎ - Di axaftinên ku mîtînga Bazîdê hat kirin de hat diyar kirin ku muxatab Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
 
Li navçeya Bazîd a Agiriyê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ve mitînga hilbijartinê hat lidarxistin. Mitînga ku li kêleka Lîseya Savaş Ay hat lidarxistin, qad bi qalên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat xemilandin. Rêxistina DEM Partiyê ya Agirî û Bazîdê, Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr û hezaran kes tevlî mitîngê bûn. Girse ji avahiya DEM Partiyê ya navçeyê heta qadê meşiya û dirûşmeyên “Bimre xiyanet, bijî Kurdistan”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî”, “Em ê bi berxwedana xwe bi ser kevin” û “Deng namûse xwedî li namûsa xwe derkeve” berz kir. 
 
Girseya ku gihîşt qada mitîngê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin û govend hat gerandin. Piştre  axaftin destpêkirin.
 
‘Têkoşîna Gelê Kurd li dijî zilmê ye’
 
Ewilî namzeta hevşaredara Şaredariya Bazîdê Aygul Aşan axivî û anî ziman ku têkoşîna wan ne bi tenê ji bo şaredariyan e, têkoşîna Gelê Kurd her wiha li dijî zilmê ye û wiha got: “Em îro ji bo mîlyonan girtiyên xwe vê derê ne. Em ê şaredariyên xwe bi dest bixin û ji bo vê yekê vê derêne. DEM Partiya ku parastvanê jin, ciwan, zarok, ekoljiyê ye xwedî hişmendiya wekheviyê ye.” 
 
‘Dostên kurdan DEM Partiye’
 
Namzetê hevserokê şaredariya Bazîdê Kenan Alkan jî bal kişand ser qeyûman û got ku 10 salan şaredariyê girtine lê bi tenê sal û nîvekê şaredariyê rêve birine û wiha got: “Qeyûm tayînê şaredariyên me dikin û dibêjin we çi kiriye?” Kenan, got dostek kurdan tenê heye ew jî DEM Partiye û ev tiştan got, “Em ê bajarê xwe bi gelê xwe ve rêve bibin. Em ê di nava gelên xwe de bin.”
 
Parlamenterê Dema 27’an a HDP’ê ya Wanê Mûrat Sarisaç jî, wiha axivî: “Çixwasî xweşe ku em mil didin milên hevdû têkoşînê dimeşînin. Ji hilbijartinê de 3 roj man. Gelê Bazîdê dê ji xwe şaredariyê bi dest bixe. Em dixwazin peyamekê bidin kesên ku vê têkoşînê fên nekirine. Ev îro ne bi tenê hilbijartine, ji bo kurdan hilbijartinek ne ji rêzê ye. Kendî bibe hilbijartinek rêzê dema ku neyarên kurd têk çûn, tecrîda ser birêz Ocalan bê rakirin wê demê ji bo me dê bibe ji rêzê. Em berxwedana girtiyên girtîgehan silav dikin. Ev hilbijartina hesap pirsînî ye. Em ê hesabê ziman, nasname, hevalên me yên ku bêsûc girtîgehan de ne hesabê wan bipirsin.”
 
‘Em ê jiyanek wekhev û ronahî ava bikin’
 
Parlamenter Nejla Demîr jî destnîşanî çalakiya greva birçîbûnê kir û bi lêv kir ku 123 roj in çalakî didome û wiha pê de çû: “Girtiyên ku 123 roj in çalakiya greva birçîbûnê de ne silav dikin. Silavên girtiyan jî ji bo we heye. Girtiyan digot, ‘Berxwedan jiyane, em di hindir de ligel her şertê li berxwe didin bila ew jî li derve li ber xwe bidin’. Em ê jiyanek demokratîk ava bikin. Em ê jiyanek wekhev û ronahî ji bo gelên xwe ava bikin.”
 
‘Dixwazin her derê şer ava bikin”
 
Herî dawî Keskîn Bayidir axivî û wî jî da xuyakirin ku ji hilbijartinê re sê rojên wan maye û got divê ew xwedî xîreta xwe derbikevin. Keskîn, wiha pê de çû: “Ev bi rojan û mehane me kedek mezin bi pêşengiya jin û ciwanan da. Hûn di 1’ê Nîsanê de amadene ji bo govenda serkeftinê bigirin. Ev hilbijartin ji bo Erdogan û Bahçelî jî gelek girîng e. Dibêjin ku sînorên li pişt xwe em ê qewîn bikin û heta qata Rojava bikin qada şer ava bikin. Lê em dibêjin em rê nadin te. Li çar parçeyê Kurdistanê gel xwîşk û birayê hevdûne. Bila hemû kes vê yekê baş zanibe. Em ê bi hêzek mezin pêşiya vê şerê bigirin. Hevalno ev hilbijartin ji bo Gelê Kurd referandûme û ji bo Kurdan têkoşîna nasnameyê ye. Em mil bidin milên hevdû û di 31’ê Adarê de welatê xwe ji destên neyaran xilas bikin. Hêza wan têra vîna Gelê Kurd nake. Li dijî Gelê Kurd polîtîkayên bê ehlaqî dimeşînin. Em ji vir dibêjin, hûnê bi ser nekevin. Îro bi mîlyonan kurd û hevalên wan xebatên hilbijartinê dimeşînin. Gelê me xwedî li vîna xwe derkeve. Em dixwazin li welatê xwe bi zimanê xwe û çanda xwe ve bi awayek azad bijîn.”
 
‘Mûxatab Birêz Ocalan e’
 
Keskîn, bal kişand ser tecrîda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku ji bo pirsgirêya kurd bi awayek demokratîk çareser bibe mûxatap Abdullah Ocalan e û wiha dom kir: “Rêya me rêya heqîqetê ye. Em bang li hemû gelên xwe dikin; Kurdên ku di rêya şaş de ne, cihê w eli cem gelê me ye.  Ger ku kurd bibin yek dê dawî li zilm û zordariyê bînin. Zimanê me tê înkar kirin. Di meclîsê de kurdî tê axaftin mîkrofonên me tên girtin. Ew mîkrofon mîkrofona gelê me ye. Em kurd in û ji Kurdistanê ne. Em dixwazin pirsgirêka kurd di nav rêyên demokratîk de bên çareserkirin. Ji ber vê yekê em bi hiqûqa wekhevî û azadiyê ve nêz dibin. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bên çareserkirin mûhatap Birêz Ocalan e. Bi salane hemû çavkaniyên welêt ji bo kurdan qetil bikin bikar tînin. Lê belê ew nikarin bi ser kevin. Di 31’ê Adrê de gelê me ji vê faşîzmê re bibe bersiv. Bazîd dê 31’ê Adarê de bersivê bide. Ji hilbijartinê re 3 roj maye. Em di 1’ê Nîsanê de bi serkeftinek mezin pîrozbahiya xwe bikin. Çavê hemû kesî Bazîdê ye. Ji ber ku Bazîd bajarê qehremana ye.”
 
Mitîng, bi gerandina govendê bi dawî bû.