Ji bo kombînasyona hêz û êşê bê guhertin empatî

  • 09:03 12 Gulan 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Di her pêngava ku azadiya mêr zêde dibe de mêr bi kodên çanda mêr re tên rû hev. Û ev astengiyê diafirînin. Mêr di riya azadbûnê de dikare rastî astengiyan bê. Di alî mijara parastina mafê jinan de jî rastî asgtengiyan tê. Hatiye kodkirin ku mêrên ku jinan diparêzin qels in. Bi zextên ji dervet tên kirin de ev wisa tê qebûlkirin."
 
Nagîhan Akarsel
 
Dema mirov dikevin lêgerîna fêmkirina mêr, tenêbûn, biyanîbun dertê pêşberî mirovan, tê dîtin mirovan çiqas birîndar dike.  Hêza ku mêr ava dike tê hîskirin ku dibe sedema zilma li ser jinê. Ev hêz çîroka veşarî ya jiyana mêr vedibêje. Arno Gruen diyar dike ku cihê wijdanê peywir, cihê nasnamê jî kesayeta burokratîk a desthilatdariyê cih digire û ev xetereyek mezin ava dike.
 
Ji ber vê em di jiyana xw ede empatiyê çiqas pêk tînin. Dema empatî ji jiyanê derkeve çi dibe? Em jin empatiyê li dijî hevzayend û zayenda hember xwe çiqas pêk tînin. Dema mirov ji derve dinêrin wekê ku qet pirsgsirêkên mêran tune ne tê dîtin. Gelo dibe ku çanda serdest ya mêr bûye sedema vê. Mirov mêrên wisa çawa bi hêza empatiyê dikarin bidin bawerkirin. Peyamên kodên mêrtiyê temenê biçûk de destpê dike. Dibêjin mêrên rast xurtin, bi hêzin û bi xofin.  Zarokên kur yên li gor krîteran tevnegerin jî bê hêz dibînin û qebûl nakin.
 
Zarokên kur van taybetiyan ji welidînê bixwe re naynin. Doçent Lîse Elîot di pirtûka xwe ya Mavîn Beyîn de wiha dibêje: “Mêjiyê bebekan wisa zû bi teşe dibin ku, cudahiyên ji welidînê destpê dikin zû xurt dibin, rolên zayendî hema bixwe re bicih dikin. Zarokên keç li gorî zarokên kur zêdetir empatiyê dikin lê ev ne ku taybetiya ji welîdînê tê ye. Tenê alî xwe îfadekirinê de ji bo zarokên kur zêdetir maf tê dayîn. Ger em klîşeyan mezin nekin, mêr jî empatîkin û dikarin zêdetir fêr bibin.”
 
Di her pêngava ku azadiya mêr zêde dibe de mêr bi kodên çanda mêr re tên rû hev. Û ev astengiyê diafirînin. Mêr di riya azadbûnê de dikare rastî astengiyan bê. Di alî mijara parastina mafê jinan de jî rastî asgtengiyan tê. Hatiye kodkirin ku mêrên ku jinan diparêzin qelsin. Bi zextên ji dervet tên kirin de ev wisa tê qebûlkirin. Bêguman ev zext jî  dibe sedema zexta li ser kes. Ev bandorek mezin li ser jiyan û psîkolojiya mirov dike.  
 
Divê mirov li vê çanda mêr ya ku li ser nasnama zayendê xesarek mezin diafirîne baldar bin. Taybetiyên neyînî ku wek xweza mêr tê nişandan, divên bên deşîfrekirin û divê bê qebûlkirin ku ev ne qedere. Mêrên di v ê mijarê de taybetiyên xwe fêm kiribin xwe îqna kiribe hem bi hevzayendên xwe re hem jî bi jinê re zêdetir dikare empatiyê ava bike. Ev di alî kolektîfbûnê de bandorek erênî dike. Mêrên wisa zêdetir kêfxweş, aramin û jiyana wan watedare. Belkî nikaribe pêşî li tundî û binpêkirinê bigire lê wê xwedî wijdan be. Tirsên xwe li aliyekî dihêle. Ji parvekirinê re vekiriye. Ev hemû mêran ji kutiyeke girtî xilas dike.  
 
Mêrên wisa li hember xwe ne serîtewandinê rêzdariyê diafirîne. Hem bihevzayend hem bi xweza hem jî bi jinê re bi rehetî diyalogê dikare dayne.
 
Di vê esasê de mirovên ku rêbaza empatiyê di jiyana xwe de wek rêgezeke xwezayî bigire dest, li xwe li civakê, xwezayê û paşeroja xwe biyanî namîne.