Bi rastî mêr dixwaze zanîna jinê hîn bibe?

  • 09:05 5 Gulan 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Jina rêxistinkirî momenta esas ya guherîna çanda serdest ya mêr e. Hem di alî mêr hem di alî jinê de, fêmkirina ku jiyana azad jinê esas digire, derbasdare. Em yeko yeko behsa jin an jî mêr nakin. Jina rêxistinkirî ji guherîna mêr berpirse." 
 
Nagîhan Akarsel
 
Ji aliyê mêr ve naskirina jinê tê çi wateyê. Jin çima dixwazin mêr wan nas bikin. Zanîna jinê tê çi wateyê. Mêr bi rastî mêr dixwazin vê zanînê fêr bibin. Pîvana mêrê dixwaze vê fêr bibe çiy e? Em dikarin van pirsan zêde bikin. 
 
Têkiliya ku jin bi xweza û jiyanê re ava dike ji bo mêr jî pêwiste. Di vê xalê de jin ligel lêpirsînkirina pergala mêr têkoşîna dide, divê ji bo fêmkirina mêr jî rêbazan pêş bixe.  Ji  îqtîdar û hêzê  wêdetir mêrên ku dixwazin xwezaya mêr fêm bibin jî hene. Mêrên ku li kodên hevaltiya rast a bi jinê re digerin hene û li bersiva pirsa ‘divê çawa bê jiyîn’ digerin.  Lêgerîna van mêran ji bo guhertina çanda serdest têr nake. Divê ev lêgerîn biherike azadiyê, bigihêje pergalek rêxistinkirî. Ji ber vê divê mêr mîsyona jinê qebûl bike.  Ji ber rola jinê girînge.  Jin jî bi berpirsyariya afirandina hêza rêxistinkirî re rûbirû ye. Mêrê vê ferq dikin jî divê ji mêrên din re vê vebêjin û wan îqna bikin.  Divê mêr mîsyona jinê nas bikin. 
 
Bi taybet di dema şoreşan de mêr her çiqas bêjin ku ew pêşengiya jinê qebûl dikin jî di sere xwe de jineke ku îdealîze dikin heye. Ev jî jina ku şaşiyê nake jina ku gazincan nake ye. Ev vediguhere îmgeyekê. Ev jî zêdetir ji jinê durketinê esas digire. Hemû jinên bi hêz wisa digirin dest. Ew îmge ne. Ew li asîmana ne.
 
 Li şûna mêrên xwe nas dikin û lêgerînek wan ya jiyanê ya watedar heye, nêzîkatiyên merên ku diçewisînin, jinan muxatab nagirin mijara gotinê ne.  Abdullah Ocalan dibêje şoreşa jinê girêdayê azadbûna mêr e. Guherîna mêr wê ji vê şoreşê re xizmetê bike.  Li dijî nêzîkatiya ku encama mantiqa ya reş ya spî, jîneolojî nêzîkatiyeke li gorî rastiyan û girêdayê hev nîşan dide. 
 
Jina rêxistinkirî momenta esas ya guherîna çanda serdest ya mêr e. Hem di alî mêr hem di alî jinê de, fêmkirina ku jiyana azad jinê esas digire, derbasdare. Em yeko yeko behsa jin an jî mêr nakin. Jina rêxistinkirî ji guherîna mêr berpirse. Mînak di Tevgera Azadiya Jinên Kurd de têkoşîna zayend, hişmendiya zayendê hatiye dayîn. Hezkirina hevzayendên xwe, ji pêşdarazên serdestiya mêr xilas bûn û ji hevzayendên xwe hezkirin rêgezek esas a jiyanek azade.  Bi hevzayendên xwe re hatina gel hev yek ji pêngavên azadbûna jinê ye. Li dijî kodên serdestiyê , hatina gel hev a jinê û îradebûyîn wisa ne hêsan bû. Gotina jinekê ya ‘Bi salan ez îqna nebûm ku bi hevzayenda xwe re xurt bibim. Pesnên mêran ji bom in hinceta hebûna min bû. Wekê ku hebûna min ji destê min hatibû girtin. Ez ji hevzayendên xwe direviyam. Min dixwest her tim hevalên mêr ligel min bin. Ji ber min ji jinan hez nedikir, min digot qey ew jî ji min hez nakin. Piştre her ku min ked da min dît ku ev diguhere’ mînakek pir girînge. 
 
Hatina gel hev a jinan û yekbûna wan girêdayê ked û hişmendiya zayendê ye. Ev bi têkoşîna ji bo carekê nabe. Li ku derê dibe bila ibe divê têkoşîna azadiya jinê bê dayîn. Divê jin bi hev re bên gel hev têkoşîna azadiya jinê zindî bihêle. Jin bi hişmendiyek wisa bên gel hev wê bi têkoşîna zayendê re têkoşîna li dijî mêrê paşverû jî bide.  Bi mêran re pêşketina hişmendiya zayend û hezkirinê ferze. Ji nêzîkatiyên pragmatîst xilas bûn, girêdayê avakirina hezkirina zayendê ye. Mêran bi salan ev qebûl nekirine. Hîna jî qebûl nekiriye. Li dijî nirxên bi îrada azad a jinê hatiye avakirin berxwe daye. Xwedî lê derneketiye û qebûl nekiriyhe.  Vê berxwedana mêr pêşî li avêtina pêngavên mezin girtine.
 Lê dema jin jiyana mêr dertên, mêr bi hevzayendên xwe re dimînin ne kêfxweşin û tenê hîs dikin. Ev jî lib ende analîzkirinê ye. Ev analiz her çiqas ji aliyê jinan ve bê kirin jî ji aliyê mêran ve ji ber îtîrafên samîmî tune ne beramberê xwe jî nabîne. Di guhreîna mêr de jin xwedî rolek girîngin. Ligel vê bi kedeke ku divê her du alî bidin jî dikare encam bê girtin. 
 
Di destpêkê de rola jinê ev e ku mêr bixwe bide ferqkirin. Ji bo destpêkê ferqkirin girînge. Mêr di asta biyanîbûnê de ye. Rewşa hem diyar dike hem bi bandor dibe rewşê hîn bêtir zehmet dike. Ji ber di serdestiya mêr de bi bandore, li pêş azadiya  jinê û civakê jî astenge. Ji ber vê jî destpêkê de divê li xwe haydar be, ji bo guherînê xwe lêpirsîn bike. Dema em behsa lêpirsînê dikin, tem tenê behsa sînorên jiyanê ya şexs nakin. Bi giştî çanda serdest lêpirsînkirine. 
 
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Ji bo guherîna kombinasyona êş û hêzê empatî’ dê bê weşandin.