Elîf Kaya: Aboriyeke komunal a demokratîk pêkan e

  • 09:02 11 Sibat 2024
  • Ked/Aborî
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Endama Akademiya Jîneolojiyê Elîf Kaya got ji Sumeran heta modernîteya kapîtalîst li ser keda gelên Rojhilata Navîn binpêkirin heye û got aboriyeke komunal demokratîk a ked û azadiya jinê esas digire pêkan e.
 
Endama Akademiya Jîneolojiyê Elîf Kaya derbarê ku aboriyeke komunal û demokratîk a li dijî pergala heyî bê afirandin nirxandin kir. Elîfê daz anîn ku kapîtalîzm ku keda kesên din bin pê dikir beriya netew dewletan hebûye û got binpêkirian kedê heta Dewletê Rahîp Sumet diçe.
 
Elîfê got koletiya ewil jî vê demê de dertê holê û Abdullah Ocalan jî dİbêje yên ewil hatine binpêkirin jin in. Elîfê wiha domand: “Kapîtalîzm dest dide ser keda hinekan û xwe heyî dike. Ev bi netew dewletan zêdetir dibe. Netew dewlet bi polîtîkayên yekparêz, cudahiyan ji holê radike. Bi binpêkirinê nebe kapîtalîzm şansê wê yê xwe bide domandin tuneye. Ji bo vê jî keda mirovan binpê dike û xwe heyî dike. Bi polîtîkayên netew dewletan binpêkirin giran bû.”
 
‘Aborî qada ku herî zêde bi jinê re di têkiliyê de ye’
Elîfê got mirov ji bo jiyana xwe bidomînin faliyetên aborî dimeşînin û parçeyê herî xwezayî ya jiyanê aborî ava dike û wiha bi lêv kir: “Birêz Ocalan dibêje qada herî demokatîk a jiyanê ye. Heman demê de qada ku herî zêde bi jinê re di têkiliyê de ye. Rojhilata Navîn navenda şer e. Şerên binpêkirinê lê tên meşandin. Şerê li Kurdistanê, şerê navbera Israîl û Fîlîstînê. Ev şer di esasê de çavkaniya xwe ji binPêkirinê digirin. Ji armanca karê ya emperyalîzmê pêk tên.”
 
Elîfê di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Binpêkirin heta berxwedanên civakê ji holê neyên rakirin nikarin pêk bên. Berxwedana civakê girêdayê aborî, çand, erdnîgarî û axa wan en. Di esasa kapîtalîzmê de jî ev heye. Tirkiyeyê dem bi dem ev bi awayekî çavsor pêk anîn. Bi armanca binpêkirinê ev rêbaz xistin dewrê. Tirkiye bi salane vê dike. Ne tenê Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye. Tirkiye û Îran hîna van polîtîkayan dimeşînin. Armanca wan ev e berxwedana gelan bişkînin û civakîbûnê belav bikin. Di encama vê de ji salên 90’î şûnde koçberiyan destpê kirin.”
 
‘Ji bo civakê kontrol bikin xwezayê texrîb dikin’
 
Elîfê her wiha da zanîn ku hêzên binpêker çawa ku civakan kontrold ikin, ji bo erdnîgariyê jî kontrol bikin bendavan çêdikin û got: “Dêrsîm di avê de hatiye fetisandin. Avhewa guherîne. Li Colemêrg û Şirnexê 8 bendav hatin çêkirin. Bêguman qirkirinên ekolojîk guherîna avhewayê heye. Civakên Kurdistanê jî bi encamên vê re tên rû hev. Gel xwedî li keda xwe derdikeve û wê dide jiyandin. Li ser vê têkiliyek hestî jî tê avakirin. Mînak Afrîniyan têkiliyek wisa bi zeytunan re danîne. Ne tenê dareke, wekê ku rihê wê heye nêz dibe.”
 
‘Jin ji aboriyê fêm dikin’
 
Elîfê destnîşan kir ku  aborî aborî yek ji parçeyeke herî xwezayî ya jiyanê bi awayekî rojane tê jiyîn û wiha vegot: “Abdullah Ocalan dibêje ‘aborî karê jinan e, jin ji aboriyê fêm dikin’. Ji ber yên rê didin ber jiyanê jin in. Xebatên der barê xwedîbûn, starbûn û xwe domandinê çarçoveya aboriyê de ne. Em rojane parçeyên vê ne.Têkiliyên civakî, têkiliyên hilberînê yên di qada aboriyê de demokratîk bibin wê binpêkirin ji holê  rabe. Bi vî awaye jî wê jin û aliyên din yên civakê, ji keda xwe re biyanî nebin û ev biyanîbûn ji holê rabe.”
 
‘Pratîkên aboriya komunal pêş dikevin’
 
Elîfê, daxuyand ku li Tirkiyeyê akademiyên aborî û koperatîfan tên avakirin û wiha bi lêv kir: "BAzara jinan li ser fikra ku jin tevli aboriyê bidin hat avakirin.Li Rojava ev pêkanîn bi teşeyên cuda zêde dibin. Koperatîfbûn a aboriya komunal pêk tînin heye. Ji armanca karê wêdetir hewcedariyên esas hedef digirin. Niha pratîkên aboriya komunal pêş dikevin. Li ser keda xwe dibin xwedî gotin û xwedî biryar. Sedema dagirkirina Rojava jî pêşketina pergala alternatife. Ev ji aliyê dewlet û serdestan ve wek xetere tê dîtin.
 
‘Dikare li gelek qadan pêk bê’
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Aboriya demokratîk dikare pêk bê. Ev dikare di kargeriyan de jî pêk bê. Di koperatîfên biçûk de jî pêk bên. Bêguman sînor hene. Divê hêdî hêdî sînorên vê torê bên hûnandin, teşeyên rêxistinê bên avkairin. Yanî avakirina aboriyeke komunal demokratîk a ked û azadiya jinê esas digire pêkane. Her wiha modelên ku keda jinê nebinînin nikarin bi ser kevin.”