Di hevdîtinên budçeyê de jin tune ne

  • 09:08 3 Kanûn 2022
  • Ked/Aborî
 
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku budçeya ji bo şer û diyanetê tê veqetandin divê ji bo xurtkirina jinan, ji bo kreş û malên lênerînê bên veqetandin.
 
Pêşnûme Qanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2023’yan a di Komîsyona Budçe û Planê ya Meclîsê de hat qebûlkirin wê di 5’ê Kanûnê de bê dîtin. Rêjeyên budçeyê hejmara xizanên li Tirkiyeyê nîşan dide û bêguman ên ku dîsa herî zêde bi bandor dibin jin in. Jin li dijî vê budçeyê diyar dikin ku budçe ne jinê malbatê diparêze û her wiha got desthilatdarî ji bo jina makul derxe pêş li gorî cih budçeyê vediqetîne.
 
Ji Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Emîne Sozudogru der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Emîneyê diyar kir ku di pêşnûmeqanûna budçeya 2023’yan de lêçûnên budçeyê wek 4 trîlyon  479 milyon,  hatin jî wek 3 trîlyon û 810 mîlyon diyar kiriye û Hasilaya Neteweyî ya Gayrî Safî  (GSMH) ji sedî 3,5 hatiye pêşniyarkirin. Emîneyê wiha dirêjî dayê: “Ji bo alîkariya civakî 258 mîlyar û 437 mîlyon lîra hat diyarkirin. Li gorî sala borî ev tê 109 mîlyon zêdebûn. Ev zêdebûn di esasê de nîşan dide ku xizanî her diçe zêde dibe.”
 
‘Ne ji bo jinê ji bo malbatê’
 
Emîneyê diyar kir ku jin ji bo xizaniya li malê kêmtir bê hîskirin pir zêde kedê didin û alîkariyên civakî piranî ji bo lêçûnên lênerîna malê diçe û wiha dirêjî dayê: “ Lênerîna malê li ser milê jinan e. Pereyê lênerînê didin jinan ev jî wekheviya zayendê xera dike. Barê malê yê jinan giran dibe jin nikarin ji malê derkevin. Alîkariyên dibêjin jinê xurt dikin, di esasê de jinê dernaxe qada cemaweriyê. Alîkarî ji bo malbatê tên kirin. Alîkarî ne jinê malbatê xurt dikin. Dixwazin jinan hepsî malê bikin.”
 
Desthilatdarî naxwaze jin xurt bibin
 
Emîneyê bi lêv kir ku pêkanînên alîkariyên civakî bi armanca afirandina ‘jina makul’ tên kirin û wiha anî ziman: “Ji bo bernameya xurtkirina jinê ya wezareta xizmetên civakî û malbatî mîlyarek û 26 mîlyon lîra, ji bo xurtkirina malbatê jî 3 milyar û 781 mîlyon budçe hatiye veqetandin. Ev jî nîşan dide ku desthilatdarî naxwaze jin bi tena serê xwe xurt bibe.”
 
‘Budçeya mêr e’
 
Emîneyê destnîşan kir ku ji bo xizmetên olî 31 mîlyar û 365 mîlyar hatiye qetandin, ji bo Midûriyeta Giştî ya Statuya Jinê 54 mîlyon û 769 hezar lîra butçe hatiye veqetandin û di vê mijarê de jî wiha bi lêv kir: “ Ev jî nîşan dide ku xizmetên olî ji statuya jinê girîngtir in. Ev nîşan dide ku ev busçeya mêr e.”
 
‘Divê ji bo kreş û malên lênerînê bê veqetandin’
 
Seroka Komeleya Piştevaniya Jinê ya Bornovayê jî bertek nîşanê budçeyan da û wiha nirxandin kir: “Divê ji bo saziyên wek stargeh, kreş û malên lênerînê budçe bihata veqetandin. Lênerîna kal û pîran, zarokan û malê li jinan tê barkirin. Ev jî bandorek neyînî li ser jiyana xebata jinan dike. Ji bo jinan divê îstîhdamek pêk bê. Butçeya ji bo diyanetê tê veqetandin divê ji bo jinan bê veqetandin."
 
Endama Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Sevgî Bîlîr jî di vê mijarê de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Dema budçe tê amadekirin divê bê hesabkirin ku li malekê herî kêm 4 kes dijîn û serî kesî çiqas diçe bê hesabkirin. Mûçeya asgarî bi qasî kirê ye. Kesek bixebite debar nabe. Divê gelek tişt ji ber çavan bên derbaskirin. Di budçeyê de jin tune ne. Divê hebûna jinê bê qebûlkirin û mafê wan bê dayîn.”