Çirûskek ji hêviya 'Rabûna Berî li Gulberojan'

  • 09:08 11 Gulan 2023
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Ji bo berhema Rabûna Berî li Gulberojan jî kelecaneke veşartî û piştre da der û dawiyê di dil de mezin bû, derket pêş. Ev kelecan û kêfxweşî jî herî zêde di bîbîkên kesên tabê dixwin, kedê didin de diçirise. Ew bîbikên berî li ronahiya sibehê û qet hêvî jê kêm nabin. 
 
Roza Metîna
 
Wêjeya ku bi têkoşîneke mezin li zindanan tê afirandin xwediyê cihekî taybet e. Tevî şert û mercên dijwar ên zindanan nivîskar û helbestkarên di zindanan de eleqeya bi wêjeyê re ji xwe re wekî stargehekê hilbijartine. Keda wan a di vê stargehê de jî cihê şanaziyê ye. Elbet xwedîderketina li ked û berhemên nivîskar û helbestkarên di zindanan de jî hêjayî pesindayinê ye. Mîna her movikên di canê mirov de ye. Ev movik mirov li ser piyan dihêle. 
 
Kar û xebatên ji bo Antolojiya Rabûna Berî li Gulberojan jî di esasê xwe de xwedîderketineke li ked û berhemên nivîskar û helbestkarên di zindanan de ye. Ev di heman demê de jî bersiveke li dijî zihniyeta yekperest e. Zihniyeta ku hemû çavkaniyên vî welatî ji bo polîtîkayên şer û bişaftinê li hemberî gelê kurd bi kar tîne. Loma jî xwedîderketin û hestiyariya hemû kesî ya ji bo vê berhemê gelekî girîng û helwesteke bi rûmet e. 
 
Di berhema Antolojiya Rabûna Berî li Gulberojan de 139 helbest û 16 çîrokên 39 nivîskar û helbestkarên di zindanan de cihê xwe digirin. Ev helbest û çîrokana ji aliyê nivîskar û helbestkarên bi salan di zindanan de mane bi zehmetiyeke mezin hatine nivîsandin. Li ser mijarên cuda û bi hestên cuda hatine nivîsandin. Di her mijarê de mirov xwe digihîne rastiyeke civakî ya gelê kurd. Evîn, têkoşîna li dijî zilmê, êş û şerê cihê xwe di van çîrok û helbestana de girtine bi hestên serhildêr hatine honandin. Di tevahiya van çîrok û helbestan de em dikarin bêjin bi awayekî realîst mijar hatine ziman û têkoşîneke berî li rojê hêviyên di dil de geş kirine. 
 
Dema mirov dikeve nava çîrok û helbestên di berhema Rabûna Berî li Gulberojan de rêwîtiyeke lêgerînê jî dest pê dike. Bi qasî êş û têkoşînê, çirûskek ji hêviyê ye. Di gelek cihan de jî hunera sedem-encamê çav ji mirov re diqirpîne. Di hinekan de teswîra mekan û taybetmediyên karekteran baş di mejî de rûdinê lê di hinek berheman de baş di mejî de rûnanê. Li ser mijara doza parastina nirxên bi rûmet ên gelê kurd jî bi hestiyarî hatiye sekinandin. Têgehên kurdewarî û hunera şibandinê jî dil miz daye. Rastiya îşkenceya sîstema heyî ya li dijî gelê kurd jî di vê berhemê de xwe dide hîskirin. 
 
Bi eslê xwe li dijî sîstema yekperest, sîstema êrişî nirxên gelekê kurd û yên mirovatiyê dike, sîstemeke ku bi tarîkatan kar dike û olê bi kart tîne, li dijî sîstema ku li ser înkarê û tunehesibandinê xwe xwedî dike,  têkoşîneke bi pênûsa xwe li vir derdikeve pêş. Jixwe wateya Rabûna Berî li Gulberojan jî di nava xwe de têkoşînê dihewîne. Rabûn hişyarî ye, gulberoj jî tim rûyê wê li rojê ye. Hişyarî berê xwe dide gulberojan ango rojê. 
 
Xebata ji bo vê berhemê jî li gor maneya navê xwe bi têkoşîneke mezin hat kirin. Qonaxên amadekirina vê berhemê rehet derbas nebûn. Bi qasî zehmet bû ewqas jî hêz da. Yek bi yek li malbat û weşanxaneyan geriyam û berhevkariya çîrok û helbestan hat kirin. Edîtortî û redaksiyona 139 helbest û 16 çîrokên 39 nivîskar û helbestkarên di zindanan de hat kirin. Her wiha ji girtiyan re name hat şandin ji bo ku destnivîsên xwe bişînin û di nava berhema Rabûna Berî li Gulberojan de cihê xwe bigirin. Girtiyên çîrok û helbestên wan di vê berhemê de cih girtin bersiv dan nameyan û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Wan jî diyar kirin ku ev xebateke bi qîmet û giranbiha ye. Cara ewil antolojiyeke ku ji çîrok û helbestên 39 nivîskar û helbestkarên di girtîgehan de, pêk tê li qada Bakurê Kurdistanê hatiye çapkirin. Loma wê di dîrokê de jî cihê xwe bi vî rengî bigire. 
 
Dibe ku hejmara nivîskar û helbestkarên ku di girtîgehan de çîrok û helbestên bi kurdî dinivîsin hîn zêde bin lê belê bi derfet û hewldanên mezin encax helbest û çîrokên 39 nivîskar û helbestkaran hatin komkirin. Ji vana hinek niha derketine derve. Piştî 30 sal cezayên wan qediya şûnde Mizgîn Ronak, Rafel Tespo Akgun, Necmettîn Tural derketin lê belê Medya Yaklav, Menaf Osman, Resûl Baltaci yên çîrok û helbestên wan jî di vê berhemê de cih digirin tevî cezayên wan bi dawî bû jî nehatin berdan. Jixwe pirtûka Abdullah Yavuz ê ku çîrokek wî jî di vê berhemê de cih digire li girtîgehê lê hatibû qedexekirin. Dîsa Mehmet Yavuz ê ku çîroka wî di vê berhemê de cih digire hatibû sirgunkirin. Em dikarin bêjin nivîskar û helbestkarên ku çîrok û helbestên wan di vê berhemê de cihê xwe digirin di heman demê de li dijî şert û mercên li girtîgehan serî netewandine û dev ji pênûsa xwe bernedane. Me jî hewl da bi vê antolojiyê ked û têkoşîna wan derxe pêş. 
 
Piştî çapkirina pirtûkê li bajarên cuda yên Kurdistanê ji bo xwedîderketina li berhemên nivîskarên di zindanan de wê rojên îmzeyê bên lidarxistin. Wê Antolojiya Rabûna Berî li Gulberojan bê îmzekirin. Her wiha wê ev antolojî ji girtiyên helbest û çîrokên wan di vê antolojiyê de cih digirin jî bê şandin. Loma jî hestiyarî û xwedîderketina li berhema Rabûna Berî li Gulberojan ji bo moral û motîvasyona nivîskarên di zindanan de jî, gelekî hêja ye. 
 
Belê hêja ye. Çimkî her berhemek bi ked û têkoşînekê tê çapkirin. Kelecanekê di dil de dişitilîne û berê mirov bi ezmên vedike. Bêhna mirov fireh dibe. Kelecana ji bo berhemên bi hêviyên mezin tên çapkirin her tim zindî ye. Ji bo her berhemek nû kelecenake veşartî û piştre dide der heye. Ji bo berhema Rabûna Berî li Gulberojan jî kelecaneke veşartî û piştre da der û dawiyê di dil de mezin bû, derket pêş. Ev kelecan û kêfxweşî jî herî zêde di bîbîkên kesên tabê dixwin, kedê didin de diçirise. Ew bîbikên berî li ronahiya sibehê û qet hêvî jê kêm nabin.