Jin ji bo jiyana nû ava bikin dimeşin

  • 09:08 8 Adar 2023
  • Ji Pênûsa Jinan
 
“Jin dizanin ku tayînkirina qedera xwe girîng e û ji bo vê têkoşîna jinê ya rêxistikirî xurt dike. Jin hişyar bûne û ji bo avakirina jiyanek nû dimeşin.”
 
Sebahat Tuncel
 
Merheba em 8’ê Adarek din di zindanan de pêşwazî dikin. Wek her 8’ê Adarê îsal jî di alî fîzîkî de em nav we de nînin lê em di alî hest, fikr, têkoşîn, berxwedan û piştevaniyê de bi hev re ne. Roja we pîroz be.
 
Em dizanin hêrsa jinan a li dijî pergala serdest çiqas mezin e. Em ji qetilkirin, tundî û mirina jinê re dibêjin ‘Êdî bes e’.  Olîmpe de Gougegîn di 1791’ê de banga ‘Jin divê êdî hişyar bin’ kir. Jin bi sedsalane bersiva vê rastiyê bangê didin û ji bo azadî, wekhevî û edeletê têdikoşin.
 
Jin hişyar bûne. Li her derê cîhanê îtîrazê serdestiya mêr û kapîtalîzmê dikin. Ji bo jiyanek wekhev, aştî û azadiyê di eniya pêş de têdikoşin. Li dengê jinan dengên nû zêde dibin. Berxwedana li Rojava, tevgera jinan a Tirkiye û Kurd, tevgerên jinan yên femînîst û sosyalist, têkoşîna avakirin jiyanek nû, piştî Jîna Mahsa hat qetilkirin serhildana li Îranê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ hat destpêkirin têkoşîna azadiya jinê mezin dike piştevaniya jinê xurt dike.
 
Ji bo jiyana nû dimeşin
 
Jin li her derê cîhanê li dijî pergala kapîtalîst a serdest ya mêr li dijî zimê, binpêkirina neolîberal, li dijî nîjadperestî û şer, polîtîkayên oldar têdikoşin û dibêjin na. Jin hewl didin têkoşîna jinê ya rêxistikirî mezin bikin. Jin êdî hişyar bûne û ji bo avakirina jiyanek nû dimeşin.
 
Dema hesab pirsînê ye
 
Îsal yek ji rojevên me ya 8’ê Adarê erdhêjên ku navenda wê Mereş bû ye. Bi dehzaran kesî jiyana xwe ji dest da bi sedhezaran kes birîndar bû bi mîlyonan kes ji erdhêjê bandor bûn. Êşa vê bi tu awayî nikare bê vegotin. Em dizanin ku ev tiştên hatine jiyîn ne qedere û sedema vê rejîma yekparêz, faşizan û otoritere. Tevî bi dehan carî hişyarî hat kirin ku Tirkiye cihê erdhêjê ye tu tedbir nehatin girtin.  Dema hesabpirsînê ji desthilatdariya siyasî hatiye. Bila serê gelên Tirkiyeyê saxbe û derbasî be.
 
Bijî piştevaniya jinê
 
Em ê bi xwişkên xwe yên herêma erdhêjê re di piştevaniyê de bin. Di vê pêvajoyê de em bi piştevaniyê dikarin birînan bikewînin. Bijî piştevaniya jinan. Belê em demen zehmet der derbas dibin. Jin dizanin ku tayînkirina qedera xwe girînge û ji bo vê têkoşîna jinê ya rêxistikirî xurt dike. Jin hişyar bûne û ji bo avakirina jiyanek nû dimeşin. Em ji bo jiyanek nû li her qadê têdikoşin. Jin jiyan azadî. 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz be. Bijî 8’ê Adarê.