Jinên Stenbolê: Ne jin divê gumanbar bên teşhîrkirin

  • 09:05 24 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Jinan der barê mirinên biguman yên jinan û qetilkirinên jinan de axivî û gotin: “Çareserî cezayên giran yên ji bo gumanbaran bên dayînê ye. Ne jin divê gumanbar bên teşhîkirin. Pirsgirêka jinê pirsgisrêka civakê ye. Berpirsyariya her kesî ye. Daxwaza me zelal e. Em qetilkirinê naxwazin.” Em banga yekitiyê li dijî qetilkirinan dikin.”
 
Jin di her qada jiyanê de bi  binpêkirinên mafan, tacîz, destdirêjî, tundiyê re tên rû hev. Gumanbarên ku jinan qetil dikin, li hember jinan sûc dikin jî bêceza tên hiştin. Jin li dijî van li ber xwe didin û têkoşîna xwe roj bi roj mezin dikin. 
 
Jinên Stenbolê der barê mirinên biguman ên jinan, qetilkirina jinan, tundiya li ser jinan de axivîn.
 
‘Divê em jin li her derê ji hev re bibin alîkar’
 
Zeynep Înceboga qetilkirina jinan û mirinên biguman ên jinan bi bîr xist û wiha got: “Hesabê tu jineke hatiye qetilkirin nehatiye pirsîn. Ser kuştinên jinan ji aliyê zîhniyeta mêr ve tê girtin. Dewlet ji bo çareseriya vê pirsgisrêkê tiştekî nake. Divê li dijî qetilkirin û tundiya li ser jinan têkoşîn bê dayîn. Divê têkoşîna me ya rêxistinkirî hebe. Divê em li her qadê ji hev re bibin alîkar û piştgiriyê bidin hev.”
 
‘Pirsgirêka jinê pirsgirêka civakê ye’
 
Zeynepê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Jin parçeyeke vê jiyanê ne. Divê her kes vê bibîne. Divê her kes li dijî tundiya mêr qetilkirina jinan dengê xwe bilid bike û vê qebûl neke. Pirsgirêka jinê pirsgirêka civakê ye. Divê civak li dijî vê raweste. Parastina cewherî gelek girînge. Divê jin xwe bi parastina cewherî biparêzin. Divê li dijî tundiya mêr şûnde gavê navêjin. Çareserî jî guhertin e. Guhertin ji kes û malbatê dest pê dike.”
 
‘Divê gumanbar bên cezakirin’
 
Jina bi navê Aynur Bagcilar jî destnîşan kir ku qetilkirina jinan titşekî bi xof e û wiha anî ziman: “Ji bo pêşî li qetilkirinan bê girtin divê gumanbar bên cezakirin. Divê ceza bên zêdekirin. Divê di serî de zarok ji bo pêşî li tundî û qetilkirinê bê girtin her kes bên perwerdekirin. Divê gumanbar bi awayekî giran bên cezakirin.  Jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Piştre dibêjin ji avahiyê de ketiye, qeza çêbûye. Her cureyê hincet û lîstikan heye. Yekane çareserî û pêşîgirtin divê ceza bê girankirin. Divê gumanbar bên cezakirin.”
 
Wê bibe dengê jinan!
 
Kedkara malê Gulşen Oysan jî wiha nêrîna xwe anî ziman: “Em ê bibin dengê jinên hatine qetilkirin. Em ê bibin dengê jinên ku tundiyê dibînin. Jin li malê di nav çar dîwaran de ji aliyê  mêran ve tundiyê dibînin. Bi guman jiyan axwe ji dest didin. Gelek jin li dijî tundiyê dengê xwe dernaxin. Ez bang li hemû jinan dikim. Li dijî zext û tundiyê bêdeng nemînin. Ez ê jî wek jinekê heta dawî  ligel jinan bim.”
 
Ji gumanbaran re ceza tune ye!
 
Xwendekara zanîngehê ku nexwest navê xwe bide wiha anî ziman: “Tundiya li ser jinê ji aliyê zîhniyeta mêr ve tê veşartin. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê binpêkirinên mafan yên li ser jinan roj bi roj zêde dibin. Cezayên bi bandor li gumanbarên jinan nayên birîn. Berovajî vê gumanbar tên xelatkirin. Heroj 8 jin tên qetilkirin. Hesabê van jinan nayên pirsîn. Çapemeniya alîgir divê ne jinan, gumanbaran teşhîr bike. Ji bo pêşî li van qetilkirinan bê çi ji destê me tê divê em bikin.”