Lêgerîna tazî ji Wezîrê Dadê hat pirsîn

  • 16:18 10 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, lêgerîna tazî û binçavkirina nûçegihana Ajansa MA'yê Esra Solîn Dal a li hucreya yek kesî hatiye girtin, bir rojeva Meclîsê.
 
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal a di 26’ê Nîsanê de hatibû girtin û bi lêgerîna tazî re rûbirû ma. Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît derbarê mijarê de pêşnûmepirs pêşkêşî meclisê kir.
 
Di pêşnûnameya hat pêşkeşkirin de wiha hat gotin: “Bi tenê girtina Esra Solîn Dal di hucreyê de şert û mercên tecrîdê ye. Tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye. Her wiha lêgerîna tazî ya di ketina girtîgehê de jî li dijî rûmeta mirovahiyê ye û muameleyek xerab e."
 
Di pêşnûmeyê de ev pirs hatin pirsîn:
 
* Ji roja ku Esra Solîn Dal hatiye girtin ve heta niha çima pirtûkên ku daxwaz kirine nehatine dayîn?
 
* Sedema ku Esra Solin Dal di hûcreya yek kesî de tê girtin çi ye? Kê ferman daye ku di hucreya yek kesî de bimîne? Dê kengî biçe qawişê?
 
* Ji ber ku girtina girtiyan di hucreyên yek kesî de tecrîd û îşkence ye, hûn weke wezaret plan dikin ku li ser vê mijarê lêkolînek bikin?
 
* Dema were fikirandin ku lêgerîna tazî li dijî rûmeta mirovî ye, ji aliyê kê ve talîmata lêgerîna tazî ya Esra Solîn Dal hatiye kirin.
 
* Di mewzûata têkildarî Esra Solîn Dal de "made yan jî eşyayê ku diviyabû neketa girtîgehê" çi bû ku pêdivî bi lêgerîna tazî hatibû dîtin?
 
* Ger emareyek wisa hebe ji bo tesbîtek cuda were kirin çi hat kirin? Çima bi tesbîtek cuda nehatiye pêkanîn?
 
* Lêgerîna tazî ya li hemû girtîgehan bê îstîsna li ser hemû girtiyan tê sepandin, beriya ku şert û mercên di qanûnê de bên bicihanîn ma ev yek nade nîşandan ku veguheriye pêkanîneke kêfî û otomatîk? Hûn li dijî vê bêhiqûqiyê di qanûnê de guhertinan dikin?
 
* Ji ber ku lêgerîna tazî muameleya xerab e, gelo we li dijî rayedarên dewletê ku sûcên îşkence û muameleya xerab kirine lêpirsîn daye destpêkirin?
 
* Ma hûn difikirin ku gavek bavêjin da ku lêgerînên tazî bi tevahî ji qanûnê derxînin ku hesta şermê di mirovan de çêdike û li dijî rûmeta mirovî ye?”