Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin

  • 16:19 10 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya xizmên girtiyan de banga rakirina tecrîda li Îmraliyê hate kirin û hat xwestin ku daxwazên “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” bên qebûlkirin. 
 
Çalakiya xizmên girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd li gelek bajaran didome. 
 
Edene
 
Xizmên girtiyan ên li Edeneyê xwestin li pêşiya avahiya AKP’ê daxuyaniyê bidin. Xizmên girtiyan ên li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin gel hev, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Rêveberên HDK, DEM Partî, DBP, AATUHAY-DER û AYKAY-DER’ê jî tev li çalakiyê bûn. 
 
Piştî hevdîtinên bi polîsan re, daxuyanî li Parka Înonuyê hate dayîn. Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hate hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kir.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de wiha got: “Piştî bidawîkirina pêvajoya çareseriyê, tecrîda dermirovî ya li dijî Ocalan veguherandin tecrîda mutleq a girankirî. Heman tecrîd li girtiyên din ên weke sekreterya şandin Girtîgeha Îmraliyê jî hate ferzkirin. Tecrîda li ser Ocalan krîzên aborî, siyasî û civakî kûrtir dike. Ev tercîh nîşan dide ku di çareseriya pirsgsirêka kurd de neçareserî û polîtîkayên şer tên tercîhkirin. Vê rejîma tecrîdê bi xwe re bisînorkirina azadiyan, zêdebûna binpêkirinan û tecrîdkirina civakê anî. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên din divê tecrîd bi dawî bibe.” 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
 
Colemêrg
 
Xizmên girtiyan ên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. Rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Ji Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Yilmaz di daxuyaniyê de wiha got: “Xizmên girtiyan nikarin agahiyan ji zarokên xwe bigirin lewma bifikar in. Banga me ji bo Wezareta Edaletê ye; tavilê daxwazên girtiyan qebûl bikin, tecrîdê bi dawî bikn û girtiyên nexweş berdin.” 
 
Ji xizmên girtiyan Fahîr Geylanî jî wiha got: “Ev bû mehek me tu agahî ji xizmên xwe yên girtî negirtine. Li girtîgehan çi diqewime em nizanin. Divê daxwazên malbat û girtiyan tavilê bên qebûlkirin. Em vê tecrîda 3 sal in bênavber didome qebûl nakin. Daxwazên xizmên me yên di girtîgehê de her wiha daxwazên me jî ne. Ji vir û şûnde ji her encamên neyînî yên li girtîgehan diqewimin, Wezareta Dadê ya ku dibêje ‘tecrîd tune ye’ berpirsyar e. Em dixwazin xizmên me yên emrê xwe di girtîgehê de derbas kirin bên berdan. Ev daxwazên me daxwazên însanî ne. Em ji bo demokratîkbûna welatê xwe têdikoşin. Em radigihînin ku heta encamek tê bidestxistin dê çalakiyên em bidomin.” 
 
Mêrsîn
 
Xizmên girtiyan ên li Mêrsînê jî xwestin bi dirûşma “Tecrîdê bi dawî bikin” li pêşiya avahiya AKP’a Mêrsînê daxuyaniyê bidin. Xizmên girtiyan bi pankarta “Tecrîdê bi dawî bikin”, bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û bi çepikan ber bi avahiya AKP’ê ve meşiyan. Rêveberên Çukurova TUAY-DER, rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî piştgirî dan. Polîsan pêşiya girseyê girtin û li ser vê yekê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. 
 
'Navnîşana aştiyê Îmralî ye’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan di daxuyaniyê de got ku wan ji bo berpirsyartiyên AKP’ê bînin bîra wan xwestine biçin avahiya bajar û wiha bi dawî kir: “Divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Navnîşana çareseriyê jî Îmrali ye. Her ku tecrîd giran dibe, pirsgirêkên kronîk jî girantir dibin. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe.” Ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren jî got ku ew dixwazin barandina rondikan û rijandina xwînê bi dawî bibe. Eren, got ku ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe. 
 
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.