Li dijî tundiyê mamoste daketin qadan

  • 14:58 10 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Perwerdekar li dijî kuştina mamosteyekî li Stenbolê dev ji kar berdan û xwestin pêşî li tundiyê were girtin. 
 
Midûrê Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Fînal Akademiyê ya Taybet a li navçeya Eyupsûltan a Stenbolê Îbrahîm Oktugan ji hêla xwendekarê xwe Y.K. ve bi çekê hate kuştin. Bi qetilkirina Îbrahîm Oktugan re sendîkayên mamosteyan biryara çalakiyan dan. 
 
Endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), Sendîkaya Xebatkarên Cemaweriyê yê Baskê Xizmetên Perwerde, Hîndekarî û Zanistê (Turk Egîtîm Sen), Hurriyetçî Egîtîm Sen û Egîtîm Gucu Senê neçûn kar û biryara neçûna kar dan. Sendîkayan di çarçoveya biryarê de li gelek bajaran daxuyanî dan û meş li dar xistin. 
 
Di vê çarçoveyê de li Mêrdîn, Riha, Wan, Amed, Êlih, Şirnex, Stenbol, Îzmîr, Enqere, Artvîn, Edene, Mêrsîn, Antalya û Hatayê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bang li hikûmetê hate kirin ku pêşî li tundiya di qada perwerdeyê de tê kirin were girtin, qanûnên li dijî tundiyê bên derxistin, rê li ber çekdarbûna şexsî were girtin û gavên şênber bên avêtin.