Hat xwestin ku girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay bê berdan

  • 16:09 3 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
STENBOL - Di çalakiya Rûniştina F’yê de ÎHD'ê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay ê 30 sal in girtî ye û daxwaza berdana wî hat kirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê çalakiya "Rûniştina F" ya hefteya 558’emîn li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Çalakî li ber avahiya komeleyê pêk hat. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa girtiyê 30 salî Abdulhalim Kirtay ê 74 salî ku li Girtîgeha Burkaniyê ya Balikesîrê ye. 
 
Malbatên girtiyên nexweş, parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû û gele welatî tev li çalakiyê bûn. Rêvebera ÎHD’ê Zeynep Yildiz daxuyanî da û da zanîn ku mafê xwegihandina tenduristiyê ya girtiyên nexweş tê astengkirin û hemû mafên girtiyên nexweş û tevahî girtiyan tên astengkirin. 
 
Zeynep anî ziman ku piştevaniya di nav girtiyan de bi temamî ji holê tê rakirin û û ji ber rewşa giran a girtîgehan mafê tedawiya girtiyan hatiye astengkirin û ev astengî girtiyan terkî mirinê dike. Zeynep got yek ji van girtiyên nexweş jî Abdulhalîm Kirtay e û rewşa wî giran e, extiyar e û berdan û tedawiya wî tê astengkirin. Zeynep diyar kir ku nexweşiyên wek prostat, diyabet, tansiyonê zêde, fitiq û hemoroîd li Zeynep peyda bûne û hemû diranên wî hatine kişandin û tenê ew dikare tiştên avî bixwe. Zeynep da zanîn ku ji ber vê yekê her ku diçe Abdulhalîm Kirtay zeîf dibe û nikare jiyana xwe li girtîgehê bidomîne û her ku diçe rewşa wî dijwartir dibe. Zeynep got  Abdulhalîm li nexweşxaneyê bi kelemçekirî hatiye tedawîkirin û bi muameleya xerab re rûbirû maye. 
  
Zeynep destnîşan kir ku her çiqas nexweşxaneyê “rapora nikare di girtîgehê de bimîne” daye Zeynep jî lê Saziya Tiba Edlî vê raporê li ber çavan nagire û berdana Abdulhalîm asteng dike. Zeynep diyar kir ku malbata Abdulhalîm ji bo taloqkirina cezayê Abdulhalîm serlêdan kiriye û xwestiye daxwaza wan bê bersivandin û banga berdana hemû girtiyên nexweş kir.