Zirara erdhêjê ya li Amedê

  • 18:23 6 Sibat 2023
  • Galeriya Jinê
AMED- Erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê ya bi pileya 7,7 pêk hat li gelek bajarên bakurê Kurdistanê bû sedemê hilweşînê û dîmenên li Amedê ketin ber kadraja me.
 
 
Bîlançoya erdhêja li bajarên Kurdistanê ku navenda wê Mereş û Dîlok bû, pêk hat her diçe giran dibe.  Heta niha bi giştî hezar û 498 ksî jiyana xwe ji dest da û 8 hezar û 533 kes jî birîndar bûn. Bandora erdhêjê li 10 bajaran hat hîskirin.
 
Yek ji bajarên ku bandorek mezin lê bû Amed bû û dîmenên hilweşîna li Amedê ketin ber kadrajên ajansa me.