Dîvana Dengbêjiyê gelê Botanê mest kir

  • 15:10 15 Çile 2023
  • Galeriya Jinê
 
ŞIRNEX -  Li navçeya Silopiyayê dengbêjin jin bi deng û awazên xwe gelê Botanê mest kirin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî daketin ser dîwana dengbêjiyê li ser êş, kêfxweşî û berxwedanê stranên xwe gotin.
 
Dengbêjî di çanda kurdan de xwedî roleke girîng e. Dengbêjên kurd li ser êş, şer, serhildan û azadiyê bi hezar salan strandine. Bi taybetî jî li Botanê dengbêjan bi deng û awazên xwe bûne hêlîna zimanê Kurdî.
 
Li navçeya Silopiyayê dengbêjin jin bi deng û awazên xwe dilê gelê Botanê mest kirin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî daketin ser dîwana dengbêjiyê li ser êş, kêfxweşî û berxwedanê stranên xwe gotin. Her wiha di dîwanê de alav û amûrên kevnar ên ku di çand û dîroka Gelê Kurd de hene cih girtin. Ji aliyek din jî dayikên Botanê bi dankutanê kevneşopiya xwe ya kevnar dan careke din dan jiyîn. Hem bi dengbêjî hem jî bi pênasekirina çand û kevneşopiya kevnar dîwana dengbêjiyê hêjayî dîtin û guhdar kirinê bû.
 
Wêne û Dîmen: Sema Çaglak