Li çiyayê Cûdî li 5 gundan qirkirina daran hat destpêkirin

  • 22:12 22 Cotmeh 2022
  • Ekolojî
ŞIRNEX – Li Şirnexê qirkirina daran berdewam dike. Hat zanîn ku li 5 gundên ku li qûntarê çiyayê Cûdî cih digire qirkirina daran hatiye destpêkirin. 
 
Li Herêma Besta û çiyayên Cûdî û Gabarê di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan demek dirêj e dar tên birîn. Heta niha bi tonan dar hatine birîn û wan vediguhêzin derveyî bajêr. Hat zanîn ku li qadên Deriyê Çirçiro, Serê Dehlê, Çalê Gûza, Duguhkê û Geliyê Hirçê ya girêdayî qûntarê Çiyayê Cûdî de cih digire qirkirina daran hatiye destpêkirin. 
 
Her wiha qirkirina daran ku li gundê Cifanê hatibû destpêkirin qediyane û darên ku hatine birîn vediguhezînin derveyî bajêr.