Li Rojhilata Navîn zarokbûn… (10)

  • 09:04 24 Nîsan 2024
  • Dosya
 
Li Lubnanê sûcên li hember zarokan zêde dibin, çareserî tune ye
 
Derya Ceylan 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lubnanê gelek binpêkirinên mafên zarokan tên jiyîn û yek ji van jî sûcên zayendî, temenê biçûk de zewicandin û xebitandine. Li dijî van binpêkirinan bi saya protestoyên pêk hatine parlamentoya Lubnanê ket amadekariya sererastkirina qanûnan û ji bo vê sererastkirinê bike jiyanê hîna çareseriyek mayînde nedîtiye.
 
Li Lubnanê ji ber krîza aborî û bicihbûna penaberên Sûriyeyê di mijara mafê zarokan de pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Li gorî UNICEF û raporên din yên saziyên alîkariyê, sûcên wekê îstîsmara zayendî, temenê biçûk de zewicandin û xebitandin gihiştiye asteke bi fikar.
 
Zarokên penaber
 
Li Lubnanê nêzî 1,5 mîlyon penaberên Sûriyeyê, zarokên bê nasname û pasaport li kampan dijîn. Ji mafên esas yên jiyanê bêpar jiyana xwe didomînin. Pirsgirêka perwerdê, tenduristiyê tenê ji van çend hebin. Lubnan yek ji welatê ku herî zêde penaberên Sûriyeyê dihewîne ye.
 
Sûcên li hember zarokan zêde dibin
 
Sûcên zayendî û temenê biçûk de zewicandin sûcên herî berbiçav yên li hember zarokane. Wek mînaka dozek navdar, rewşa Rahîpê Lubnanî Mansur Labakî ku ji aliyê rayedarên Fransayê ve ji ber sûcê îstîsmara zayendî doz lê hatiye vekirin heye. Hikûmeta Lubnanê li dijî vê bêdegn ma û nehtiş Fransa mudaxale bike. Mansur Labakî li Fransayê 50 li Lubnanê jî du katê vê zêdetir îstîsmar kiriye.
 
Êrişên li hember zarokên Sûriyeyê
 
Ligel vê li hember zarokên penaber yên Sûriyeyê êrişê cidî hene. Koalîasyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalîf (SMDK) der barê êrîşa li hember zarokê penaber yê Sûriyeyê ku li Lubnanê pêk hatibû  bang kiribû ku divê hesab ji berpirs û gumanbaran bê pirsîn. Parêzvanên maf yên welat jî diyar dikin ku binpêkirinên mafan yên cidî hene.
 
Temenê biçûk de zewac
 
Yek ji pirsgisrêka din ya mezin a li hember zarokan zewaca temenê biçûk de ye. Bi taybet lig undan û navbera penaberên Sûriyeyê de ev wek pirsgirêkek mezin didome. Piştî şerê Sûriyeyê mîyonek zêdetir penaber çûn Lubnane û bi vê re jî zewaca di temenê biçûk de giran bû.
 
Pirsgirêk li her qadê hene
 
Li Lubnanê  jin û zarok li her qadê  bi pirsgirêkên cur bi cur re tên rû hev. Saziyên civaka sivîl ji bo têkoşîna li dijî van pirsgirêkan xebatên aktîf dimeşînin. Gelek Lubnanî ku li dijî zewaca di temenê biçûk de ne, ji bo vê rewşê protesto bikin daketin kolanan û daxwaz kirin ku zewacên di bin temenê 18’yî de bên qedexekirin.
 
Di temenê biçûk de xebitandin
 
Yek ji pisgirêka din ya li Lubnanê di temenê biçûk de xebitandin. Ji ber krîza aborî û krîza penaberan ev rewş her diçe giran û xerabtir dibe.
 
Li welat ji bo van zarok û malbatên wan girîngiya bangên ji bo piştgirî û aliya navneteweyî xwe diparêze û xebatên NY û rêxistinên girêdayê wê baş cihê xwe nagirin. Rêxistinên navneteweyî di mijara mafê zarok û ciwanan bang dikin.