Di rêveberiyên herêmî de pergala hevserokatiyê

  • 09:03 21 Nîsan 2023
  • Dosya
 
Gulşen Koçuk 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji destkeftiyên têkoşîna jinan pergala hevserokatiyê ye. Ev pergala di hedefa desthilatdariyê de ye tevî hemû êrîşan ji civakê re dibe îlham.
 
Êrîşên li hember destkeftiyên jinan didomin û li aliyê din jî têkoşîna jinan bi destkeftiyan xurt dibe. Yek ji van destkeftiyan jî pergala hevserokatiyê ye.
 
Partiya Çep a Kesk a Elman ev pêkanîna hevserokatiyê yekem car kiribû jiyanê. Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî pergala hevserokatiyê bi tevgera siyasî ya Kurd ket jiyanê. Di xebatên partiya siyasî de pêvajo bi baskên jinan dest pê kir û bi pergala hevserokatiyê heta nûneriya wekhev çû.
 
Hevseroka giştî ya yekem Aysel Tugluk
 
Tevgera Kurd bi awayekî fermî di 1990’î de bi awayekî fermî gava siyasî bi Partiya Kedê ya Gel (HEP) avêt. Lê jin di pêvajoya Partiya Demokrasî ya Gel (HADEP) de pêş ket. Baskên jinan destkeftiyên mezin bi dest xistin. Di siyasetê de pergala hevserokatiyê bi Partiya Civaka Demokratîk (DTP) yekem car pêk hat. Hevserokên DTP’a di 2005’an de hat avakirin Aysel Tugluk û Ahmet Turk bûn. Pergala hevserokatiyê jî di encama têkoşîna jinan de di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de pêk hat.
 
Di 2013’an de bû qanûn
 
Pergala hevserokatiyê di ‘Pêvajoya çareseriyê’ ya di 2013’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin de di çarçoveya ‘pakêta demokratîkbûnê de’ ya serokomar Erdogan deklere kir de bi awayekî fermî hat qebûlkirin. Di 2014’an de di hilbijartinên 30’yê Adarê de di BDP’ê pergala fermuarê xist jiyanê û hevserokatî birin rêveberiyên herêmî. Beriya wê kota ji sedî 35 (newekheviya pozîtîf) û ji sedî 40 (pergala kotayê) pêk anî. Lê vê carê ji sedî 50 nûneriya wekhev xistin jiyanê.
 
Li herêmî hevserokatî
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2004’an de di DTP’ê de 9 jin di yên 2009’an de jî 15 şaredarên jin hatin hilbijartin. Di 2014’an de BDP’ê bi pergala hevserokatiyê 97 şaredarî qezenç kir. Di cotmeha 2014’an de Yekemîn dadgeha îdarî ya Amedê bi hinceta pergala hevserokatiyê ya Şaredariya Amedê li dijhiqûqiyê da sekinandin. Dadgeha îdarî ya herêmî ya sêyemîn a Wanê jî der barê ‘rêziknameya xebata hevşaredaran’ de biryara rawestînê da.
 
Peyama ‘hevserokatî xeta me ya mor e’
 
Ji 2016’an şûnde di çarçoveya OHAL'ê ya hat îlankirin de bi KHK’yan qeyûm tayînê şaredariyan hat kirin û îradeya gel hat xespkirin. Şaredariya bajar a Amedê jî tê de li gelek cihî qeyûm hat tayînkirin û hincet jî pergala hevserokatiyê hat nîşandan. Li gorî rapora ku HDP’ê di 2019’an de weşand ji îlona 2016’an şûnde li sê bajarên mezin, 10 bajar, 63 navçe û 22 bajaran bi giştî ji bo 95 şaredariyan qeyûm hat tayînkirin. 93 hevşaredar, bi sedan endamên meclîsê hatin girtin. Jin û gelên li dijî vê daketin kolanan diyar kirin ku ‘hevserokatî xeta wan a mor e’.
 
Ji bo 48 şaredariyan qeyûm hat tayînkirin
 
HDP’ê di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de sê bajarên mezin 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok bi giştî 65 şaredarî girt. Lê ji bo 6 hevşaredaran mazbata nehat dayîn û ji bo 48 şaredariyan jî qeyûm hat tayînkirin. Bi vî awayî jî îradeya 4 mîlyon û 356 hezar hilbijêrî tune hat hesibandin.
 
Ji 31’ê Adara 2019’an heta niha 84 hevşaredarên HDP’yî di dîrokên cuda de hatin binçavkirin. 21 jê jin 39 hevşaredar hatin girtin. 19 hevşaredar ji endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê cezayên girtîgehê girtin.
 
Her diçe belav dibe
 
Pergala hevserokatiyê ya ku siyaseta Kurd jê re pêşengî kir ji bo partiyên siyasî yên din re û rêxistinên civaka sivîl re bû îlham. Her çiqas desthilatdarî vê pergalê wek xetere bibîne jî civakê ev pergal erê kir. Li Peyas a Amedê  di Tîmreha 2015’an de li taxa Mezopotamya  Sîteya Şehrî Amed a ji 7 blok û 195 avahiyê pêk dihat civîn pêk anîn û ji bo hevserokatiyê Fatoş Batgî û Selîm Fîdanci hevserok hatin hilbijartin.