Li Xezayê 33 hezar û 137 kes jiyana xwe ji dest dan

  • 16:08 6 Nîsan 2024
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ku di êrişên artêşa Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomîne de jiyana xwe ji dest dan bû 33 hezar û 137.
 
Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê vir ve didomin. Di roja 183’emîn a êrîşan de ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê ve daxuyaniyek hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de 46 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dane û 65 Filistînî jî birîndar bûne.
 
Hat diyarkirin ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 33 hezar û 137 û hejmara birîndaran jî bûye 75 hezar û 815.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hê jî di bin kavilan de û li ser riyan cenaze hene lê belê ji ber astengiyên Îsraîlê tîmên tendirustiyê û erkdarên parastina sivîlan nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.