Çand MA zarokan bê muzîk nahêle

  • 09:02 18 Nîsan 2024
  • Çand û Huner
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Çand MA ku meha borî li Sûrê hat vekirin, li aliyekî qursa zimanê dayikê dide zarokan û li aliyê din jî bi kampanyayên dimeşînin armanc dikin ku hewcedariya pirtûk û enstrumanên zarokan peyda bikin.
 
Li navçeya Sûr a Amedê di 17’ê Adarê de Çand MA ji bo zarokan hatiye vekirin. Ji roja hatiye vekirin xebatên xwe didomîne. Eleqeya zarokan û malbatan ji bo qursên wê gelek mezin e. Rêvebera MA Muzîk Evîn Tiryakî da zanîn ku wê bi perwerde û qursê bi sînor nemînin û der barê Çand MA’yê de axivî.
 
‘Ew nikaribûn bên, em hatin’
 
Evînê diyar kir ku Çand MA bi armanca polîtîkayên asîmîlasyonê vala derxînin hatiye avakirin û wiha got: “Mixabin li Sûrê li ser zarokan polîtîkayên qirêj tên meşandin. Me xwest em destê xwe bidin zarokan. Li Dîclekentê du şaxên me hene. Lê zarokên Sûrê nikaribûn bên vir. Ji ber vê em hatin vir.  Em ê zarokan bê mûzîk nehêlin.”
 
Qursên li Çand MA’yê
 
Evînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me Çand MA di 17’ê Adarê de vekir. Zarok û malbat eleqeyek mezin nîşan didin. Me atolyeyên drama, lîstik, govend û wêne vekirin. Em ê piştre yek bi yek dersên taybet bidin zaorkan. Zarok eleqeyek pir mezin nîşan didin. Zarok sibehê tên heta êvarê dimînin.”
 
‘Zarok gelek bi bandor dibin’
 
Evînê bal kişand ser polîtîkayên tên meşandin û ev tişt daxuyand: “Zarok ji polîtîkayên tên meşandin gelek bi bandor dibin. Demekê li Sûrê şer hebû. Hem malbat hem zarok gelek bi bandor bûn. Em hedef dikin ku bandora psîkolojîk a li ser zarokan rakin. Em banga piştevaniyê li hemû kesî dikin. Li Çand Mayê pirtûkxaneya Ehmed Huseynî ya 8 hezar kapasîteya wê heye, hatiye avakirin. Em ji welatiyan bexşkirina pirtûkan dixwazin. Em piştgiriyê dixwazin.”