KCDP:Di meha tebaxê de 41 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin

  • 14:37 5 Îlon 2018
  • Çeteleya Tundîyê
ENQERE - Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, diyar kir ku di meha Tebaxê de 41 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. 
 
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora tundiya li dijî jinan a meha Tabaxê aşkere kir. Di raporê de, hat diyar kirin ku 41 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin, tecawîza li dijî zarokan û tundiya zayendî berdewam dikin. 
 
Di rapora hat aşkere kirin de wiha hat gotin: “Li gorî meha Tîrmehê, di meha Tabaxê de kuştinên jinan zêdetir bûye. Ji 41 jinên hatin kuştin, 15 jê gumanbarin, sedama kuştina 13 jinan nehat tespîtkirin, 5 jinan jî, dema xwestine derbarê jiyana xwede biryarên nû bidin hatin kuştin, 6 jê bi hincetên aboriyê hatin kuştin, 1 jê ji ber ku xwestiye ew û hevjînê xwe ji hev veqetin hatiye kuştin û jinek din jî, ji ber xwestiye bi hevjînê xwe re li hev werin hatiye kuştin. 
 
Jin ji aliyê kê ve tên qetilkirin
 
Ji sedî 45’ê jinan bi çekan hatin kuştin û hat tespîtkirin ku jin ji aliyê kî/kê ve tên kuştin. Ji sedî 40 kuştin jinan ji aliyê kî/kê ve pêk hatine ne diyarin.  Ji sedî 25 jê jin ji aliyê zilamên wan nas dikin ve hatin kuştin. Ji sedî 13 jê jin ji aliyê xizmên xwe, ji sedî 8 aliyê bav û kurê xwe ve, ji sedî 2 jê ji aliyê zilamên wan nas dikin, hevalên xwe yên zilam û nevisiyên xwe ve hatin kuştin.” 
 
Li Stenbolê 8 jin hatin qetilkirin 
 
Di meha tebaxê de herî zêde jin li Stenbolê hatin kuştin. Herî kêm 8 jin li Stenbolê hatin kuştin. Piştî Stenbolê, Semsûr û Riha tên. 
 
Ji jinên hatin kuştin 2 jê trans in
 
Dinava hefteyeke Tebaxê de 2 jinên trans ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. 
 
Tecawizkirina zarokan berdewam e
 
Di meha Tebaxê de 22 jin rastî êrîşa zayendî hatin û 37 zarok jî rastî êrîşa zayendî  hatin. Heya ku kuştinên jinan neyê tespît kirin, darizandinek adîlane pêş nekeve û bersûc neyên cezakirin, dê berdewam bikin. Ji bo kuştin, tacîz, tecawiz û tundiya li dijî jinan bi dawî bibe, divê edalet bê bicihanîn.”