Di meha Nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin

  • 10:52 7 Gulan 2018
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN-KCDP'ê rapora Nîsanê ya şîdeta li dijî jinê aşkera kir û daxuyakirin ku 30 jin ji aliyê mêran ve hatiye qetilkirin û herî kêm 51 zarok bi îstismara zayendî rû bi rû mane. 
 
Platrorma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora Nîsanê ya şîdeta li dijî jinê aşkera kir. Hat diyarkirin ku di meha nîsanê de 30 jin hatine qetilkirin û şîdeta zayendî, îstismara li dijî zarokan jî hîn didome. KCDP'ê da zanîn ku di meha Nîsanê de komkujiya li ser jinan zêde bûye û got:"Beşdarbûna jinê ya ji bo 8'ê Adarê û tijekirina wan a qadan bû sedem ku komkujiyên li dijî jinê kêm bibin. Dema ku ev helwesta dewam neke şîdeta li dijî jinê zêde dibe."
 
KCDP'ê diyar kir ku komkujiyên li dijî jinê herî zêde li bajarên wekî Stenbol, Edene, Dîlok û Kocaeliyê pêk tê û got li Stenbolê 5, li Edeneyê 3, li Dîlokê 3 û li Kocaeliyê 3 jin hatine qetilkirin. 
 
3 jin ji bo jiyana xwe têdikoşin
 
Her wiha KCDP'ê diyar kir ku li Edene, Tekirdag û li Kayseriyê 3 jin ji aliyê mêran bi giranî hatine birîndarkirin û ev jinan li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê didin. 
 
KCDP'ê got ku di meha nîsanê de herî kêm 51 zarok bi îstismara zayendî rû bi rû mane û got ku hejmarên rast ji vê hejmarê zêdetir e.
 
51 zarok bi îstismara zayendî rû bi rû man
 
KCDP'ê da xuyakirin ji 51 zarokî 26 li dibistanê 10 jî li mala xwe hatine îstismarkirin û got:"Di jinên ku hatine kuştin 10 jê ji ber ku xwestine derbarê jiyana xwe de biryarê bistînin loma hatine kuştin, 5 jê kujerên wan ne diyar in. Her wiha ji van cinayetên ku pêk tên jê 2 du jin ji ber ku dixwazin dev ji hevserê xwe berdin pêk tê."
 
Ji 26 jinên ku di meha Nîsanê de hatin kuştin ne diyar e ku derbarê wan de biryara parastinê hatiye dayin an nehatiye dayin. KCDP'ê da zanîn ku dema 6284 bi awayekî çalak bê bikar anîn dê jinê bikaribin bên parastin.