Çeteleya şîdeta 2017’an: Qetilkirina jinan ji sedî 25 zêde bû!

  • 09:14 29 Kanûn 2017
  • Çeteleya Tundîyê
Duygu Erol
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi OHAL’ê re  şîdeta civakî zêde bû û jin kirin hedefa sereke.  Li Tirkiyeyê di 2016’an de 328 jin hatin qetilkirin û di 2017’an de jî kuştinên jinan ji sedî 25 zêde bûn. Di 2017’an de herî kêm 408 jin hatin qetilkirin û 354 jin jî rastî şîdeta mêr hatin.
 
Bi hinceta OHAL’ê re bi KHK’yên hatin derxistin ewil qezencên jinan hedef hatin girtin. Bi zêdebûna şîdeta civakê re li kolanê, qadan, malê şîdet û kuştinên jinan zêde bûn. Di 15 sal desthilatdariya AKP’ê de şîdeta li ser jinê ji sedî  hezar û 500 zêde bûye û bi hezaran jin rastî şîdetê hatin. Tirkiyeya ku îmze avêtiye Peymana Stenbolê tevî ku divê daneyên kuştinên jinan berhev bikin û  sedeman tespît bike, îmze avêt pêkanînên ku kuştinên jinan zêde dike. Bi OHAL û KHK’ê di 2017’an de herî kêm 408 jin hatin qetilkirin û 354 jin rastî şîdetê hatin. Di 2016’an de 328 jin hatin qetilkirin û li gorî sala 2016’an de rêjeya kuştinên jinan ji sedî 25 zêde bûye.
 
Jin bi hincetên cuda tên qetilkirin
 
Ji sedî 23’ê jinan ji ber  ku derbarê jiyana xwe de biryar girtine, ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û ji sedî 13 ji ber xwestine têkiliyên xwe bi dawî bikin hatine kuştin û ji sedî 3 jî  ji ber xwestine jinên rastî şîdetê hatine xilas bikin hatine kuştin, ji sedî 30 ji ber hincetên nehatine tespîtkirin, ji sedî 31 ji ber li dijî şîdet û tecawizê berxwedane hatin qetilkirin.
 
Qezencên jinan hedef hatin girtin
 
Di 2017’an de bi OHAL’ê re şîdet û kuştinên jinan jî zêde bûn. Bi qanûnên nû yên hatin rojeva meclîsê jî dîsa qezencên jinan hedef hatin girtin. Her wiha ‘Qanûna Pêşîgirtina şîdetê’ ya hejmar 6284’an  a derbarê ‘Parastina Malbat û Pêşîgirtina Şîdetê de’ jî ji aliyê çapemeniya alîgirê desthilatdariyê ve bi sernavên weke ‘malbatê xera dikin’ hatin serwîskirin. Jinan bertek nîşanî nûçeyan dan û  pêşî li sererastkirina nû girt.
 
Di butçeya wezareta polîtîkayên malbat û civakê de jin tune ye!
 
Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Fatma Betul Sayan Kaya butçeya 2018’an a wezaretê aşkera kir. Di butçeya hat aşkerakirin de  êrîşên li dijî qezencên jinan nehat dîtin û  hukmên ji bo îstîhdama jinê bê zêdekirin jî yên di 2010’an de hatibûn rojanekirin, hat rakirin. 
 
Çalakiyên ‘dest nedin cilên me’
 
Bi OHAL’ê re li her qada jiyanê li hemberî jinan bi hincetên cuda êrîş pêk hatin. Di 2017’an de 8 jin bi hinceta şort li xwe kirine rastî şîdetê hatin. Li dijî vê li gelek bajaran çalakiya ‘dest nedin cilên me’ pêk hatin.