Di meha îlonê de 37 jin hatin qetilkirin 33 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin

  • 09:51 7 Cotmeh 2017
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di meha îlonê de mêran herî kêm 33 jin qetil kirin û li 24 jinan şîdet kirin û 33 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatin. Di 8 mehên ewil ên sala 2017’an de mêran herî kêm 278 jin qetil kirin.
 
Di 15 sal desthilatdariya AKP’ê de şîdeta li ser jinê ji sedî hezar û 500 zêde bû û ev dane roj bi roj bilind bû. Gotinên zayendperest yên hikûmetê, biryarên darazê jiyana jinan xist xeterê û  jin bedela van polîtîkayan bi jiyana xwe didin. Bi pêşnûmeqanûnên zayendperest û paşverû jin û zarok her roj tên qetilkirin.
 
Li gorî daneyên JINNEWS’ê berhev kirine; di meha çile de 37, di meha sibatê de 30, di meha Adarê de 35, di meha Nîsanê de 31, di meha Gulanê de 39, di meha hezîranê de 36, di meha Tîrmehê de 36, di meha Tebaxê de 36 jin hatin qetilkirin. Di meha îlonê de jî herî kêm 37 jin hatin qetilkirin. 
 
37 jin hatin qetilkirin
 
Jin bi hincetên cuda ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û bedela pirsgirêk û nîqaşên di navbera mêran de jin didin.  Mêrên ji mêrtiya meclîsê cesaretê digirin di meha îlonê de herî kêm 37 jin qetil kirin.  Her wiha sê jinên Sûriyeyê jî ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.
 
Di meha îlonê de her wiha herî kêm sê jinan hewl dan ku întîxar bikin û yekê di encama întîxarê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Her wiha di meha îlonê de bi hincetên cuda 24 jin rastî şîdeta mêran hatin. Ji jinên hatine qetilkirin ji sedî 62 heb ji aliyê mêrên ku nas dikin ve hatin qetikirin. Ji sedî 5 jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ligel vê 33 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û 4 zarok hatin qetilkirin.