KCDP: Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin

  • 14:04 2 Sibat 2024
  • Çeteleya Tundîyê
 
STENBOL - Di rapora KCDP'ê ya meha çileyê de, hat diyarkirin ku 31 jin hatine qetilkirin û 21 jinî jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane.
 
Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya tundiyê ya meha çileyê aşkere kir. Li gorî raporê di meha çileyê de 31 jin hatine qetilkirin û 21 jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane. Ji 31 jinan 6 jê ji ber ku hevberdana xwestine, lihevhatin red kirin, zewac û têkilî red kirine hatin qetilkirin. 1 jê ji ber hincetên aborî, 1 ji ber ku dayika xwe parastiye hatiye qetilkirin. 23 jin jî nayê zanîn ku ji ber çi hatine qetilkirin.
 
Bi piranî di malên xwe de hatine qetilkirin
 
Ji jinên di vê mehê de hatin qetilkirin 19 jin li malê, 7 li kolanan, 2 di wesayitê de şahiyê, 2 li qada gel û 1 jî di wesayîtê de hatin qetilkirin. Ji sedî 61ê jinên di meha Mijdarê de hatin qetilkirin di malên xwe de hatin qetilkirin.
 
Ji sedî 61 bi çekê hatine qetilkirin
 
Ji sedî 19'ê jinan bi çekê, 9'ê wan bi amûra birîn û 2 li cihê şayiyê, 2 li qada cemaweriyê û 1 jî di wesayitê de hatiye qetilkirin. Di meha mijdarê de ji sedî 61 jin di di malên xwe de hatin qetilkirin. 
 
Banga eşkerekirina mirinên bi guman dikin
 
Di raporê de wiha hat gotin, “Dîsa daneyên girîng ên vê mehê nîşan didin ku şîdeta mêr ne tenê jiyana jinan, jiyana zarok, endamên malbatê an jî kesên ku tenê ji bo parastina jinan destwerdanê dikin, dixe xeteriyê. Weke ku me di raporên xwe de ev demek e diyar kir, hejmara kuştinên jinan ên bi guman ku weke xwekuştin, qeza û mirina xwezayî xuya dike, zêde bûye û hejmara jinên ku di şert û mercên gumanbar de mirî hatine dîtin, zêde bûye.  Mixabin mirina jinan a bi guman ji kuştina jinan jî dijwartir e. Pêwîste were eşkerekirin ka jin hatine kuştin, gelo bi rastî bi qezayê mirine, gelo jin bi hincetên zayendî hatine kuştin gelo întîxar kiriye, an jî întîhar lê hatiye ferzkirin divê ev hemû bên eşkerekirin."