Çeteleya tundiyê ya 2023’an: 320 jin hatin qetilkirin

  • 09:03 1 Çile 2024
  • Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me berhev kiriye di 2023’an de herî kêm 320 jin hatine qeitlkirin û 189 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ku jin û zarok hedef girtin di 2023’an de jî bingeha zêdekirina tundiyê amade kir. Di 2023’an de kuştinên jinan ku veguherî qirkirina jinan, bûyerên tundiyê yên di çapemeniyê de hatin dîtin cidiyeta tabloyê nîşan dide. Li gorî çeteleya me di 2022’an de herî kêm 311 jin hatin qetiklirin û 181 jinî bi guman jiyana xwe ji dest daye. Desthilatdarî li şûna li dijî tundiyê têbikoşe, êrîşên jinên ku li dijî tundiyê daketin qadan kir. îsal heta 30’ê Kanunê di 2023’an de herî kêm 320 jin hatin qetilkirin û 189 jinan jî biguman jiyana xwe ji dest dan.
 
Gumanbar yên herî nêz in
 
Jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin. 102 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 34 jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, 32 jin ji aliyê mêrên ku di asta destberdanê de bûn, 29 jin ji aliyê nasên xwe ve, 24 jin ji aliyê hevalên xwe ve, 20 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 12 jin ji aliyê kesên nas nakin ve, 10 jin ji aliyê kesên pê re dijiyan, 9 jin ji aliyê kesên jê veqetiyane, 7 jin ji aliyê birayên xwe ve, 3 jin ji aliyê bav, 2 jin ji aliyê zava,  yek jî ji aliyê destgirtiyê xwe ve hatiye qetilkirin.
 
Çile
 
 Di meha ewil a salê de 31 jin hatin qetilkirin, 9 jinî bi guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Di vê mehê de sûcên li hember zarokan jî berdewam kir. 4 zarok di meha çile de hatin qetilkirin û 2 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Sibat
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha sibatê 10 jin, 2 zarok hatine qetilkirin û 10 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha sê jin jî bi hewldana qetilkirinê re hatin rû hev.  
 
Sê jin ji aliye mêrên ku dest jê berdabûn, du jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî, yek ji aliyê bav, yek ji aliyê bira û yek jî ji aliyê hevalê xwe ve hat qetiklirin. Jinek ji aliyê mêrê ku pê re di asta destberdanê de bû hat qetiklirin. Jinek din jî ji aliyê mêrê ku der barê wî de biryara dûrxistinê hebû ve hat qetilkirin.
 
Adar
 
 Li gorî daneyên meha adarê yên ajansa me  22 jin hatine qetilkirin û 16 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 3 jin jî bi hewldana qetikirinê re rû bi rû man.  Di meha Adarê de dîsa zarok bûn hedefa mêran.
 
Vê mehê bajarê ku herî zêde jin lê hatine qetilkirin Stenbol bû. Li Stenbolê 4, li Xarpêtê 1, li Îzmîrê 2, li Manîsayê 2, li Mêrsînê 2, li Orduyê 1, li Êlihê 2, li Antalyayê 1, li Enqereyê 1, li Artvînê 1, Edenê 1, Meletiyê 1, Denîzliyê 1, Yozgatê 1, Rihayê jinek hat qetilkirin
  
Nîsan
 
Di meha Nîsanê de 23 jin û 4 zarok hatin qetiklirin. 17 jin û 4 zarokî biguman jiyana xwe ji dest da. 17 jin û 4 zarokan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dan.
 
Gulan
 
Di meha Gulanê de 39 jin û zarokek hatin qetiklirin. Jinek jî bi hewldana qetilkirinê re hat rû hev. 23 jin û 3 zarokî bi guman jiyana xwe ji dest da. Pitikek di encama destdirêjiyê de jiyana xwe ji dest da.
 
Hezîran
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha hezîranê ya ajansa me 25 jin hatine qetilkirin û 24 jin û 5 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Li Îzmîrê 6, li Dîrokê 2, li Eskîşehîrê 1, li Konyayê 1, li Kocaeliyê 1, li Qersê 1, li Antalyayê 2, li Ankarayê 2, li Aksarayê 1, li Edenê 2, li Karabukê 1, li Stenbolê 2, li Manîsayê 1 û li Îzmîtê jî jinek hat qetilkirin.
 
Tîrmeh 
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha tîrmehê ya ajansa me JINNEWS'ê 26 jin û 2 zarok hatine qetilkirin û 9 jin û 4 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane. 3 jin bi hewldana qetilkirinê re hatine rû hev.
 
Li Stenbolê 7, li Mersînê 2, li  Enqereyê 2, li Nevşehirê 2, li Manisayê 2 û li Bursa, Antalya, Çorum, Mêrdîn, Samsun, Êlih, Dîlok, Sakarya, Giresun, Meletiyê û Îzmirê jî jinek hat qetilkirin.
 
Tebax
 
Di meha Tebaxê de li gorî daneyên me bi destxistine 28 jin û 2 zarok hatin qetikirin. 21 jin û du zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 4 zarok bi hewldana qetilkirinê re hatin rû hev.
 
Îlon 
 
 Li gorî çeteleya tundiyê ya meha îlonê ya ajansa me  32 jin û 3 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û zarokekan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane û jinek jî bi hewldana qetilkirinê re hatiye rû hev. 
 
Cotmeh 
 
 Li gorî bîlançoya şîdetê ya meha Cotmehê di çarçoveya daneyên ku ajansa me berhev kirin de 28 jin hatine qetilkirin, 13 jin û 3 zarokan jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dane. Hewiha hewl hatiye dayîn ku 2 jin jî bên qetilkirin.
 
Mijdar
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me di meha mijdarê de 36 jin hat qetilkirin û mirina 23 jinan bi guman e, 6 zarok hatin qetilkirin û 7 jin jî ji kuştinê rizgar bûn.
 
Kanûn
 
Di meha dawî ya salê de 20 jin hatin qetikirin, 2 jin û du zarokan jî biguman jiyana xwe ji dest dan.
 
Gulîstan Doku li ku derê ye?
 
Aqûbta xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya di 5’ê Çileyê 2020’an de li Dêrsîmê hat windakirin tevî du salan nehat hînbûn û het aniha di lêpisîna hatiye vekirin de tu kes wek gumanbar nehat derizandin. Gumanbarê sereke Zaînal Abarakov nehat cezakirin û ji Gulîstanê hîna agahî nayê girtin.
 
Doza Îpek Er
 
Îpek Er ya li navçeya Beşîrî a Êlihê dijiya, çawîşê pispor Musa Orhan destdirêjî lê kir. Îpek Er piştî bûyerê di 16’ê Tîrmeha 2020’an de întîxar kir û 18’ê Tebaxa 2020’an de jiyana xwe ji dset da. Li ser bertekên rayagiştî Musa Orhan hat girtin lê dîsa hat berdan. Di 3’ê Kanûnê de Yekemîn Dadgeha Ceza Giran a Sêrtê bi daxistina ‘rewşa baş’ 10 sal ceza lê birî û gumanbar nehat girtin.
 
Darazê gumanbar Musa Orhan xelat kir, lê derbarê jinên ku mafê Îpekê parastin de lêpirsîn hat vekirin. Li lîstikvan  Ezgî Mola û Farah Zeynep Abdullah lêpisîn hat vekirin.