Çeteleya tundiyê: Di 10 mehan de 287 jin hatin qetilkirin

  • 09:04 25 Mijdar 2023
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, li gorî çeteleya 10 mehan a ajansa me 287 jin hatine qetilkirin û 183 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ku jin û zarokan hedef digire seranserê salê ji zêdebûna tundiyê re zemîn amade kir. Di sala 2022’yan de ku qetilkirina jinan a veguherî qirkirinê berdewam kir, tenê li gorî daneyên di çapemeniyê de derketine cîdiyeta tabloyê derdixe holê. Jinên têkoşîn û piştevaniyê mezin dikin jî dibin hedefa desthilatdariyê û mêran. Bi taybet di meha adarê de li herêmên erdhejê tundiya li ser jinê zêde bû û ji ber kêmasiya mekanîzmayan jinan nikaribû dengê xwe bidin bihîstin. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, li gorî çeteleya 10 mehan a ajansa me 287 jin hatine qetilkirin û 183 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Gumanbar ên herî nêz in
 
88 jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî, 22 jin ji aliyê mêrê dest jê berdane, 26 jin ji aliyê mêrên pê re di asta destberdanê de ne, 15 jin ji aliyê kurê xwe ve, 22 jin ji aliyê nasê xwe ve, 8 jin jî ji aliyê kesên jê veqetiyane, 6 jin ji aliyê birayê xwe ve, 2 jin ji aliyê bavê xwe ve, 6 jin jî ji aliyê mêrên nas nakin ve hatin qetilkirin.