Partî û rêxistinên civakî banga rakirina tecrîdê kirin

  • 15:03 27 Nîsan 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û polîtîkayên tecrîdê li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl daxuyanî da û wiha bang kirin: “Tecrîda li Îmraliyê rakin pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareser bikin. ” 
 
Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê de tên ragirtin bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dadgehê boykot dikin, dernakevin hevdîtinên telefon û malbatan. Derbarê girtiyên çalakiyê li dar dixin de lêpirsîn hatin destpêkirin û cezayê hucreyê dan hin girtiyan. 
 
Partiyên siyasî û rêxistinên hiqûq û cavakî yên sivîl ên li bajar, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û polîtîkayên tecrîdê li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Têkoşîna azadiyê ya li dijî tecrîdê nayê astengkirin. Dawî li hiqûqa dijminane bînin” hate vekirin û gelek caran diruşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Ji jinên di zindanê de li ber xwe didin hezar silav” hatin berzkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê, JinArt û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê ser navê girseyê Aynûr Gezîcî xwend. 
  
Aynûr bi bîr xist ku girtî di 27’ê mijdara 2023’yan de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” dest bi greva birçîbûnê kirin û wiha axivî: “Girtiyên siyasî bi daxuyaniya 4’ê nîsanê dane, diyar kirin ku ew çalakiya xwe vediguheranin boykotkirina dadgeh, telefon û hevdîtina malbatan. Girtiyên siyasî ji bo tecrîda ser birêz Abdullah Ocalan dawî bibe, azadiya wî ya fizîkî pêk were û  pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk were çareserkirin têdikoşin.” 
 
Aynûr, anî ziman ku polîtîkayên tecrîdê yên hatine kûrkirin civakê bê bêhn hiştine û got ku Makbûle Ozer (82) a ji sedî 61 astengdar, Hatîce Yildiz (75), Besra Erol (65) û Hanîfe Arslan (76) ên tevî temenên xwe yên mezin û nexweşiyên xwe yên heyî, ji ber polîtîkayên tecrîdê tên ragirtin. Gezîcî bi bîr xist ku girtiyên siyasî dê tevî hemû zext û zoriyan çalakiyên xwe bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên ku dixwazin çalakiya jinên di Girtîgha Jinan a Şakranê de tên ragirtin asteng bikin bi cezayên disîplînê û hucreyê di nava tecrîdê de hevalên me tecrîd dikin. Hemû sepanên faşîzane yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ji bo şikandina têkoşîna wan û çewisandina jinan e.” 
 
Aynûr, da zanîn ku ew ê êrişan qebûl nekin û wiha pê de çû: “Em ê di girtîgehan de jî li pêşiya deriyên girtîgehan de jî şert û merc çi bin bila bibin dê têbikoşin. Cezayên hucreyê yên girtiyan demildest rakin, dawî li van sepanên xwe bînin, tecrîda li Îmraliyê rakin pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareser bikin. Daxwazên girtiyên siyasî daxwaza milyonan e."