Di meha cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin

  • 09:02 7 Mijdar 2023
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya Tundiyê ya meha Cotmehê ya Ajansa me 28 jin hatine qetilkirin, 13 jin û 3 zarokan ji bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gel ku daneyên şîdetê yên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê di çapemenîyê de tên weşandin, beşeke pir hindik a tabloya şîdetê ya ku zêde dibe nîşan dide, beşa ku nehatiye nîşandan zêdetir. Rêxistinên jinan zêdebûna şîdetê bi axaftinên mêrane yên desthilatdariyê ve girêdayî dibînin, bûyerên ku diqewimin jî vê tespîtê piştrast dikin. Polîtîkaya bêcezakirinê û kêmkirina cezayên ku ji aliyê darazê ve piştî şîdetê tê meşandin, rê li ber mêran vedike ku qetlîaman pêk bînin.
 
Li qadên erdhejê dengê jinan nayê bihîstin
 
Jin  ku hevgirtina xwe zêde kirin jî bûn hedefa hikûmetê û mêran. Bi taybetî di meha Adarê de li herêmên erdhejê tundiya mêran zêde bû. Ji ber nebûna sepan û mekanîzmayên pêşîlêgirtina şîdetê, jin nikarin dengê xwe li dijî şîdeta ku li wan tê kirin bidin bihîstin. Ji ber nebûna lêkolînên li ser zarokan jî herî zêde li zarokan şîdet tê kirin.
 
Li gorî bîlançoya şîdetê ya meha Cotmehê di çarçoveya daneyên ku ajansa me berhev kirin de 28 jin hatine qetilkirin, 13 jin û 3 zarokan jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dane. Hewiha hewl hatiye dayîn ku 2 jin jî bên qetilkirin.
 
Kiryar kesê herî nêzîk e
 
12 jin ji aliyê mêrê ku bi wan re hatine zewicandin, 2 ji aliyê mêrin ku nas nakin, 2 ji aliyê kurê xwe, 2 ji aliyê birayê xwe, 2 ji aliyê cîranê xwe, 2 ji aliyê mêrê ku bi wan re ddi pêvajoya hevberdanê de bûn, 1 ji aliyê mêrê ku xwe jê berdaye, 2 ji aliyê hevalê ku bi wan re jiyane, 2 hevalê ku jiwan  veqetiyane û jinek jî ji aliyê bavê xwe ve hatiye qetilkirin.
 
Herî zêde jin li Edene û Enqereyê hatin qetilkirin
 
Li Mêrdînê 2, li Artvînê 2, li Enqereyê 3, li Mersînê 2, li Edeneyê 3, li Stenbolê 1, li Rihayê 1, li Îzmîrê 1, li Eskîşehîrê 1, li Dîlokê 1, li Ispartayê 1, li Antalyayê, li Tekîrdagê 1, li Konyayê 1, li Trabzonê 1, li Agiriyê 1, li Edîrneyê 1, li Bayburtê 1, li Sakaryayê 1 û li Bursayê jî jinek hatine qtilkirin.