Bîlançoya meha tebaxê: 28 jin hatin qetilkirin

  • 09:06 6 Îlon 2023
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya meha tebaxê ya ajansa me 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin û 21 jin û zarok bi guman jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 4 jin jî ji mirinê rizgarbûn.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê tûndiya li ser jin û zarokan her diçe zêde dibe. Rêxistinên jinan diyar dikin ku tûndiya zêde dibe sedema jî ji gotinên desthilatdariya mêr e û bûyer vê tespîtê piştrast dikin. Polîtîka bêcezahiştin û daxistina ceza a ji bo gumanbaran jî pêşiya qetilkirinan vedike û bi vê yekê kujer tên xelatkirin.
 
Li herêma erdhêjê dengê jinanan nayê bihistin
 
Jin li aliyekî piştevaniyê mezin dikin û li aliyê din jî jin hem dibin hedef desthilatdarî hem jî ya mêran. Bi taybet di meha adarê de li herêmên erdhêjê tûndiya mêr zêde bû. Jin ji ber qelsiya mekanîzmayan, nikaribûn li dijî tûndiyê denge xwe bidin bihistin. Her wiha xebatên der barê zarokan de jî qels man û zarok ji her cureyê tûndiyê re vekirî man.
 
Li gorî daneyên ku ajansa me kom kirine di meha tebaxê de 28 jin  û 2 zarok hatine qetiklirin, 21 jin û du zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane û 4 jin jî bi hewldana qetilkirinê re hatine rû hev.
 
Gumanbar yên herî nêz in
 
17 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 4 heb ji aliyê hevalên xwe yên mêr, 2 jin ji aliyê mêrên nas dikirin û 3 heb jî ji aliyê mêrên ku di asta destberdanê de bûn ve hatin qetilkirin. Jinek ji aliyê mêrekî ku nas nedikir ve hat qetikirin. Gumanbarê jinekê jî nehat zanîn ku naskirina wî heye an na.
 
Herî zêde li Stenbolê hatin qetilkirin
 
Li Stenbolê 6, li Orduyê 1, li Enqereyê 2, li Denîzliyê 2, li Bursayê 2, li Antalyayê 2, li Edenê 3. Li Konyayê 2, li Nevşehîrê 1, li Nîgdeyê 1, li Balikesîrê 1, li Hatayê 1, li Rihayê 1, li Semsûrê 1, li Kocaeliyê 1, li Gîresunê 1 û li Tekîrdagê jî jinek hat qetilkirin.