Di meha tîrmehê de 26 jin hatin qetilkirin

  • 09:04 7 Tebax 2023
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha tîrmehê ya ajansa me JINNEWS'ê 26 jin û 2 zarok hatine qetilkirin û 9 jin û 4 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê de daneyên tundiyê yên di çapemeniyê de cih girtine, tabloya tundiyê ya ku her diçe zêde dibe nîşan dide. Rêxistinên jinan, zêdebûna tundiya li ser jinê girêdayê gotinên desthilatdariyê dibîne, bûyer jî van tespîtan piştrast dikin. Piştî tundiyê polîtîka bêcezahiştinê ya darazê jî pêşî li gumanbaran vedike.
 
Dengê jinên herêma erdhêjê nayê bihistin
 
Ji li aliyekî piştevaniyê mezin dikin li aliyê din jî dibin hedefa desthilatdariyê û mêr. Bi taybet di meha adarê de li herêma erdhêjê tundiya mêr zêde bû. Ji ber tunebûna mekanîzmayên pêşîgirtina tundî û serlêdanan, jin li dijî tundiyê nikarin denge xwe bidin bihistin. 
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha tîrmehê ya ajansa me JINNEWS'ê 26 jin û 2 zarok hatine qetilkirin û 9 jin û 4 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane. 3 jin bi hewldana qetilkirinê re hatine rû hev.
 
Gumanbar yên herî nêz in
 
9 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî ve hatin qetilkirin. 4 jin di asta destberdanê de bûn. 7 jin ji aliyê hevalên xwe yên mêr ve, 3 jin ji aliyên kurê xwe ve hatin qetilkirin. 2 jin ji aliyê mêrên ku dest jê berdabûn, 2 jin ji aliyê mêrê xizmên xwe ve, jinek ji aliyê destgiriyê xwe ve hat qetilkirin. Jinek ji aliyê hevalê xwe yê kar ve hat qetilkirin. Gumanbarê jinekê jî nayê zanîn.
 
Herî zêde li Stenbolê jin hatin qetilkirin
 
Li Stenbolê 7, li Mersînê 2, li  Enqereyê 2, li Nevşehirê 2, li Manisayê 2 û li Bursa, Antalya, Çorum, Mêrdîn, Samsun, Êlih, Dîlok, Sakarya, Giresun, Meletiyê û Îzmirê jî jinek hat qetilkirin.