Çeteleya meha sibatê: 10 jin hatin qetilkirin

  • 09:08 6 Adar 2023
  • Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî daneyên ku ajansa me berhev kirine di meha Sibatê de 10 jin, 2 zarok hatine qetilkirin û 10 jin biguman jiyana xwe ji dest dane.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê tundî her diçe zêde dibe û daneyên di çapemeniyê de cih digirin nîşan dide ku tablo çiqas giran e. Di meha sibatê de ji ber erdheja pêk hat aliyekî biçûk ê tundiyê hat rojevê. Rêxistinên jinan diyar dikin ku sedema zêdebûna tundiyê gotinên zîhniyeta serdest a mêr e û bûyerên tundiyê jî vê piştrast dikin.
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha sibatê 10 jin, 2 zarok hatine qetilkirin û 10 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha sê jin jî bi hewldana qetilkirinê re hatin rû hev.
 
Gumanbar dîsa yên herî nêz bûn
 
Sê jin ji aliye mêrên ku dest jê berdabûn, du jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî, yek ji aliyê bav, yek ji aliyê bira û yek jî ji aliyê hevalê xwe ve hat qetiklirin. Jinek ji aliyê mêrê ku pê re di asta destberdanê de bû hat qetiklirin. Jinek din jî ji aliyê mêrê ku der barê wî de biryara dûrxistinê hebû ve hat qetilkirin.