Çeteleya meha çileyê: 31 jin hatin qetilkirin

  • 09:03 6 Sibat 2023
  • Çeteleya Tundîyê
 
Şehriban Aslan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên me dane hevdu mêran di meha çileyê de 31 jin û 4 zarok qetil kirin. 9 jin û 2 zarokana bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê tundiya li ser jinê zêde dibe. Rêxistinên jinan li dijî tundiyê tînin ziman ku ev encamên zihniyeta baviksalarî û ji ber helwesta rayedarên dewletê ye. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî hêzê dide kujeran. 
 
Li gor çeteleya meha çileyê ya ajansa me di meha ewil a 2023'yan de 31 jin hatin qetilkirin û 9 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di çileyê de 4 zarok hatin qetilkirin û 2 zarokan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Kujer ên herî nêz in
 
Ji jinan 12 jê ji aliyê mêrê bi wan re zewicî 6 jê ji aliyê xizmên xwe ve 5 jê ji aliyê hevalên xwe ve 4 jê ji aliyê lawên xwe ve 3 jê ji aliyê kesên nas ve û jinek jî ji aliyê mêrê jê veqetiya hat qetilkirin. 
 
31 jin hatin qetilkirin 
 
Stenbol 6, Bursa 4, Îzmîr 2, Samsun 2, Tekirdag 2, Eskişehir 2, Antalya 2, Denizli 1, Hatay 1, Kutahya 1, Mersin 1, Adana 1, Kilis 1, Meletî 1, Kirşehir 1, Agirî 1,  Mugla 1, Giresun 1.