Çeteleya tundiyê ya meha Tebaxê: 34 jin hatin qetilkirin

  • 11:47 5 Îlon 2021
  • Çeteleya Tundîyê
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Li gorî çeteleya me ya tundiyê ya meha Tebaxê, 34 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin û 14 jinan jî bi gûman jiyana xwe ji dest dane.  Dîsa di meha Tebaxê de 5 zarok hatine qetilkirin û 6 zarokan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gel ku li Tirkiyeyê jin li dijî qirkirina jinan ji kolanan dernayên û li ber xwe didin, îqtîdar ji bedlêla ku vê qirkirinê rawestîne destkeftiya jinan Peymana Stenbolê di şevekê de û nîvê şevê betal kir. Îqtîdara ku dema peyman nehatibû fesihkirin jî pêk anîn û betalkirina wê re rêya tundiyê ji mêran re vekir.  Piştî betalkirina peymanê îqtîdarê bêhtir cesareta da mêran.
 
Herî kêm 34 jin hatin qetilkirin
 
Platforma em ê Kuştinê Jinan Rawestînin (KCDP) diyar kir ku di meha tebaxê de 31 jin hatiye qetilkirin û 21 jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên ajansa me Jinnewsê ku ji çapemeniyê kom kirin derket holê ku herî kêm 34 jin hatine qetilkirin, 14 jinan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane û hewl dane ku 7 jinan jî bikujin. Dîsa vê mehê ligel 5 zarokên ku hatin qetilkirin, hewldan ku 3 zarokan jî bikujin, 6 zarokan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da, li 3 zarokan jî êrîşa zayendî hatiye kirin. Dadgehan jî bi fermana ku ji darazê girtin gûmanbar parastin. 
 
Herî zêde li Stenbolê jin hatin qetilkirin
 
Di meha tebaxê de jî jin herî zêde ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin. Li gorî vê di vê mehê de 2 jin ji aliyê zarokên xwe, 3 jin ji aliyê birayên xwe, 6 jin ji aliyê mêrê ku xwe jê berdabûn, 5 jin ji aliyê mêrê bi wan re hatin zewicandin, 1jinek ji ber ku xwest veqete û 3 jin jî ji aliyê mêrên ku bi wan re bi hev re diman hatin qetilkirin.  Herî zêde vê mehê li Stenbolê jin hatin qetilkirin.